Çend dozên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên Tirkiyeyê ne?

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), herî zêde welatiyên Tirkiyeyê li DMMEyê doz vekirine ku ji her 100 dozan 35 ên welatiyên Tirkiyeyê ne.

Enstîtuya Alîkariya Hilbijartin û Demokrasiyê ya Navdewletî (IDEA) rapora xwe ya sala 2023yan eşkere kir.

Li gorî raporê, di endeksa Serweriya Hiqûqê de Tirkiye di nav 173 welatan de rêza 148emîn de ye.

Li gorî amarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên dawiya meha Sibata îsal, bi tevahî 67 hezar û 300 kesî serî li DMMEyê daye û welatê ku herî zêde li dijî wê doz hatine vekirin Tirkiye ye.

Ji wan her 100 dozan 35 doz yên welatiyên Tirkiyeyê ne ku 23 hezar û 550 doz dijî Tirkiye hatine vekirin.

Piştî Tirkiyeyê welatê ku herî zêde doz lê hatine vekirin Rûsya ye ku 10 hezar û 750 doz hene, wate nîvê hejmara dozên li dijî Tirkiyeyê ye.

Di rêza sêyemîn de bi 8 hezar û 700 dozî Ukrayna û di rêza çaremîn de jî bi 4 hezar û 50 dozî Romanya heye.

Beriya niha DMMEyê hişyarî dabû ku divê Tirkiye pirsgirêka sîstematîk a li ser girtinên tawanên terorê careke din binîrxîne.

Herwiha amaje bi wê yekê hatibû dayîn ku zêdebûna dozên li dijî Tirkiyeyê girêdayî zêdebûna dozan a di sîstema dadê ya Tirkiyeyê de ye.

Welatên ku herî zêde li dijî wan doz hatine vekirin li gorî rêzê ev in:

Tirkiye - 23 hezar û 550

Rûsya - 10 hezar û 750

Ukrayna - 8 hezar û 700

Romanya - 4 hezar û 50

Yunanistan - 2 hezar û 450

Îtalya - 2 hezar û 450

Azerbeycan - 2 hezar û 50

Polenda - 1700

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst