Oktay: Di erdhejan de 49 hezar û 589 kes mirin

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Amar Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku ji ber erdhejên navenda Mereşê 49 hezar û 589 kesan canê xwe ji dest dane.

Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay li Navenda Giştî ya AFADê daxuyanî dan.

Oktay der barê jimara kesên ku di erdhejên navend Mereş e  mirin de got ku "Di erdhejên Mereşê de 6 hezar û 807 jê biyanî 49 hezar û 589 kesan canê xwe ji dest dan."

Di axaftina xwe de Oktay behsa kampanyaya `Tirkiye Yek Dil e` kir û got ku "Ji rêjeya ku di kampanyaya Tirkiye Yek Dil e de 82 milyar û 454 milyon û 611 hezar lire li ser hesabê AFADê hatiye razandin."

Oktay da zanîn ku heta niha ji herêma erdhejê 345 hezar û 97 welatiyan ji bo dengdayînê îkametgeha xwe guhert.

Alîkarê Serokomarî Tirkiyê der barê lehiya li Rijayê xist de jî got ku "(Li Rihayê) Duh bi şev tesîsa palandina ava tora bajêr bi kapasîteya tam xistin dewrê û av giheşt ji sedî 50yê aboneyan. Îşev dê bigihêje hemûyan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst