Îbrahîm Tatlises ji bo berbijêriya parlemnteriyê serlêdan kir

18-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê navdar  Îbrahîm Tatlises dixwaze di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji bo posta parlamenteriyê ji AK Partiyê bibe berbijêr.

Biryar e di 14 Gulana îsal hilbijartinên serokomarî û giştî birêve biçin û serlêdanên ji bo bernamzetiya parlamenteriyê ya partiyên siyasî jî berdewam e.

Hat zanîn ku stranbêj Îbrahîm Tatlises ku her tim hezkirina xwe ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re aniye ziman, ji bo bibe dixwaze ji AK Partiyê bibe berbijêr.

Li gor nûçeya Gazete Magazinê Îbrahîm Tatlises ji bo bernamzediya Rihayê serlêdan li AK Partiyê kiriye. Tatlises beriya niha jî 4 caran ji AK Partiyê wek berbijêr hatibû hilbijartin.

Îbrahîm Tatlises jî beşdarî merasîma vekirinê ya ji aliyê Erdogan ve li Rihayê hat lidarxistin bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst