Du zarok 38 roj piştî erdhejê gihiştin malbatên xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hatayê du zarokên ji erdhejê rizgar bûne 38 roj piştî erdhejê gihiştin malbatên xwe. Wezareta Karûbarên Civakî ya Tirkiyê jî ragihand ku heya niha hezar û 714 zarokên ku ji bin kavilan derxistibûn, radestî malbatên wan kirine.

Li gorî Wezareta Karûbarên Civakî ya Tirkiyê, ji koma hezar û 915 zarokên ku ji erdhejê rizgar bûne, heya niha nasnameya hezar û 714 zarokan hatiye naskirin û ew radestî malbatên wan kirine, 115 zarok jî li nexweşxaneyan çareseriyê werdigrin, 84 zarokên din jî bê xwedî û xwedan mane, temamê mirovên wan canê xwe ji dest dane û ew radestî malên zarokên bê serperşt kirine.

Ayşe Ertem û Orhan Ertem ji bin kavilê avahiya xwe ya li Hatayê hatin rizgarkirin. Lê çarenivîsa keça wan a 16 rojî nediyar bû. Piştî 38 rojan hesreta wan li Mêrsînê bi dawî bû.

Dayik Ayşe Ertem dibêje: “Gelekî kêfa min hat û ez ji kêfan giriyam. Xwedê êşeke wiha nîşanî kesê nede." 

Orhan Ertem jî got: “Min dît erdhej çêbû. Heta derketin avahî hilweşiya. Xelk sax be hatin alîkariya me û em rizgarkirin. Lê keça min winda bû. Ez li keça xwe geriyam, dawî li Nexweşxaneya Bajarê Mezin hat dîtin. Ez çûm wê derê bawer nekirin û gotin ne keça te ye. Em şandin vê derê û me li vê derê pişkinîna DNA kir û diyar bû ku keça me ye."

Bessam jî zarokekî 4 mehî yê malbateke koçber a Sûrî ye. Erdhejê zêdeyî mehekê ew jî ji dê û bavên wî dûr kiribû. Niha ew di hemêza dayika xwe de ye ku aramtirîn cihê cîhanê ye bo wî.

Bav Muhammed Haddet dibêje: “Dema erdehjê em ji malê derketin. Zarok dibin kavilan de ma. Piştre ambulans hat û ew anîn heta Mersînê. Piştî Mersînê me nedizanî ku zarok li ku derê ye.  Piştre ez û dayika wî hatin vê derê. Me pişkinîna DNA kir. Rêveber ji me re gelek bû alîkar Xwedê jê razî be. Pişkinîna DNA derket û em gihiştin zarokê xwe. Ez gelekî kêfxweş im.”

Li gor amarên roja Înê yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî piştî erdhejên 6ê Sibatê li 11 parêzgehan hezar û 915 zarok yên bê serpereşt ji bin kavilan hatine rizgarkirin.  Hezar û 714 zarok piştî destnîşankirina nasnameyan bo malbatên wan hatine radestkirin.  115 zarok ji wan li nexweşxaneyan çareseriya pizîşkî dibînin. Nasnemaya 84 zarokan jî nediyar e û li saziyên wezaretê hatine bicîhkirin.