Demirtaş daxwazên HDPê yên ji Kiliçdaroglu nivîsandin

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş HDP Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku Serokê Giştî yê CHP'ê û berbijêrê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû bi HDPê re hevdîtin bike. Civîna ku beriya niha hatibû ragihandin ku dê îro pêk were, bo rojeke din hat paşxistin. Li gorî encamên wê civînê HDP dê biryarê bide ka dê berbijêrê serokomariyê destnîşan bike yan na.

Tê gotin ku HDP dê ji bo piştgirîkirina Kiliçdaroglu hin mercan deyne pêş. Hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş jî li ser daxwazên HDPê nivîsand.

Demîrtaş di gotara xwe ya bi navê “HDP dê ji Kiliçdaroglu çi bixwaze?” got “Jixwe HDP parçeyê damezrîner ê Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wê bi hêza xwe bikeve parlmantoyê. Ji ber vê yekê HDP ji kesî daxwaza wezîr û parlamenteriyê nake.”

Herwiha Demîrtaş anî ziman “HDP berendam e ku di heyama pêş de bibe partiya sereke ya mûxalefetê ya parlamentoyê. Lê tişta ku HDP dixwaze bibihîze û jê piştrast bibe ew e ku di serdema nû de guhertinên demokratîk dê bi cidî û jidil bê girtin an na.”

Selahattîn Demîrtaş di gotara xwe ya ku ji bo T24ê nivîsandiye de wiha dibêje:

“HDP dê ji Kiliçdaroglu çi bixwaze?

Di rastiyê de pirsa di sernavê de xelet e. Pirseke bi vî rengî dikare ji hevkarên nû yên Tifaqa Cumhur jî were pirsîn. Bi rastî jî her yek ji wan daxwaza çend parlameteran kir û tevlî tifaqê bûn.

Lê belê HDP ne parçeyeke Tifaqa Millet e û ji bo bibe tu daxwaza wê jî nîne.

Jixwe HDP parçeyê damezrîner ê Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wê bi hêza xwe bikeve parlmantoyê. Ji ber vê yekê HDP ji kesî daxwaza wezîr û parlamenteriyê nake.

HDP berendam e ku di heyama pêş de bibe partiya sereke ya mûxalefetê ya parlamentoyê.

Bi vê yekê tişta ku HDP dixwaze bibihîze û jê piştrast bibe ew e ku di serdema nû de guhertinên demokratîk dê bi cidî û jidil bê girtin an na.

Ji azadiya raderbirînê heta mafê rêxistinbûn û xwepêşandanê, ji wekheviya jinan heta mafên hawirdorê, ji mafên çandî heta mafê siyaseta demokratîk dê çawa nêzîkatiya mafên bingehîn bê kirin? Ji aboriyê heta perwerdeyê, ji edaletê heta tenduristiyê wê polîtîkayên bingehîn çawa bin? Pirsgirêka Kurd wê li Meclîsê, di nava civakê de û di çapemeniyê de bi azadî were axavtin û nîqaşkirin, çareseriya di nava yekitiya Tirkiyeyê de bi têgihiştineke aştiyane ya demokratîk wê çawa were dîtin?

Li hember neheqî, sûc û gendeliyên salên borî dê çi bê kirin? Ji bodawîkirin dijberiya civakî û pirsgirêka newekheviyê çawa were çareserkirin?

Yanî polîtîkayên 11 xalên di belgeya helwesta HDPê de nêzîkatî wê çawa be?

Weke hûn jî dibînin rêveberiya HDP’ê ji bo xwe tiştekî naxwaze; dê diyar bikin ku ew amade ne ku aramî, dewlemendî û aştiya 85 mîlyon mirovî bêyî ku tu kesî ji hev veqetîne misoger bike.

Ti ajandayeke veşartî û ne jî yek planeke veşartî ya HDP'ê nîne. HDP wekî avê zelal û wekî cama zelal e.

HDP; Alîgirê yekitiya Tirkiyeyê ye, alîgirê Komara Demokratîk e, ji bo bidawîkirina tundiyê kar dike, di çareseriya hemû pirsgirêkan de li ser esasê muzakere û siyaseta demokratîk e.

Her wiha bi her kesê ku rêzê li van prensîban digire re hevdîtin dike û bi hev re tevdigere.

HDP; xwedî danehev, ezmûna  tekoşîna bi salan e, kirdeyê siyaseteke damezirîner e. Ji ber vê peywirê jî avaker e, ne daxwazkar e. HDP yek ji xwediyên Komara Tirkiyeyê ye, parçeyê Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê tu kesî wekî hiyerarşîk bilind qebûl nake. Bi hemû hêza xwe bi xwe di avakirina Komara Demokratîk de cih digire.

HDP; ji bo pêşxistina demokrasiyê, qedanditan xizaniyê, pêkanîna aşitiya civakî li Tirkiyê, li parlamantoya Tirkiyê û li hemû qadên civakî têkoşin bike.

Eger Birêz Kiliçdaroglu û ekîba wî rêz û qîmetê bidin van fikir û prensîban, dixwaze vê yekê ji wî bixwe bibihîze.

Ji bo parastina jîngeheke siyasî ya demokratîk niyetek, bername, cidiyet û îradeyekê bibîne jî dê destekê bide.

Hemû derewên erzan ên çapemeniya AKP’ê jî dê li rastiya HDP’ê bikevin û vedigerin. HDP ne partiyek e ku meriv jê bitirse, partiyek e ku meriv pê re destê xwe bide hev e. Egeer ji HDP’ê bê tirsîn bila yên dewlet û milet talan dikin bitirsin. Bila yên ku zilmê li gel dikin, çete, mafya ji HDPê bitirsin.

HDP ne tirsa Tirkiyeyê ye, hesreta aştiyê û hêviya demokrasiyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst