Abdullah Gul ji bo HDPê û Gergerlîoglu daxuyanî da

18-03-2021
RÛDAW
Nîşan Abdullah Gul HDP Omer Faruk Gergerlîoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul di derbarê doza girtina HDPê û hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu da got “Hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu û vekirina doza girtina HDPê pir xelet dibînim”

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha bilind Bekîr Şahîn ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûrê doz vekir.

Bi vê gavê piştî 13 salan cara yekem e ku ji bo girtina partiyeke siyasî doz hate vekirin.

Li aliyê din li parlamentoya Tirkiyê parlamenteriya Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu hate hilweşandin.

Li ser mijara hilweşandina parlamenteriya Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu û vekirina doza girina HDPê Abdullah Gul dibêje “Hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu û vekirina doza girtina HDPê pir xelet dibînim”

Di derbarê miharê de Abdullah amaje bi wê yekê kir ku hilweşandina parlamenteriya kesekî ku têkiliya wî bi tu tundiyê re tuneye û bê cudakarî parastina mafên mirovan kiriye û vekirina doza partiyekî dê ji hikûmet û Tirkiyê re bibe bar.

Her wiha Gul ragihand ku bûyerên di salên 90î de pêk hatine derfetê daye dijayetî û îzolasyon kirina Tirkiyê û girtina partiyan û rakirina parêzbendiyan li hesabê rêxistinan hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst