TIRKIYE – 202 dadwer û dozger ji kar hatin avêtin

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Gûlen (FETO) de 202 dadwer û dozger ji kar hatin dûrxistin.


Civata Bilind a Dadwer û Dozgeran a Tirkiyê civiya û di civîna xwe de biryar dan, ku 202 dadwer û dozgeran ji kar bêne dûrxistin.

 

Weke sedema vê yekê jî hatiye destnîşankirin, ku ew dadwer û dozger endamên Tevgera Gûlen (FETO)  bûne.

 

Ev biryar di demekê de hatiye girtin ku ew 202 dadwer û dozger li ser karên xwe bûne û beriya niha jî hejmareke zêde ya dadwer û dozgerên giştîjî bi heman hêcetê ji kar hatibûn dûrxistin û di çarçoveya doza endamtiya Tevgera Gûlen (FETO)  de hatine darizandin.