Berbijêrê AK Partiyê yê Stenbolê bi Kurdî propangadeya xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rikeberiya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê bo hilbijartinên şaredariyan roj bi roj germtir dibe.

Propagandeya hilbijartinê ya partiyên siyasî, li Stenbolê gelekî germ bûye.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum bi cemedana li ser milê xwe li navçeya Gungorenê ya Stenbolê beşdarî çalakiya Hevdîtina Hembajariyên Amedê bû.

Murat Kurum bi Kurdî slav da welatiyan û got ew roj û hefteyan dijimêrin da ku desthilata niha ya bajêr bişînin.

Murat Kurm got, “Bawer bikin, em ji Ameda xwe bi hemû dewlemendiyên wê hez dikin.

Em ji Ameda xwe bi hemû nirx, cihên dîrokî û çanda wê hez dikin. Ji bo we hemûyan dibêjim li ser çavan û li ser seran.”

AK Partî niha hewleke zêde ji bo bidestxistina bajarên mezin dide ku mixalefetê bi taybetî CHPyê di hilbijartinên 2019an de bi piştgiriya HDPyê ji AK Partiyê stendibûn.

Ekrem Îmamoglu dixwaze dengê Kurdan wergire

Namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu jî ku çar sal beriya niha bi piştgiriya Kurdan bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, wekî berbijêrê AK Partiyê kar li ser dengderên Kurd dike.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu jî got:

“Xelkê me wêrek, zîrek û jîr e. Ev gel rê nade gef lê bên kirin û li hemû cihan sînor dîtine.”

DEM Partî ku hejmareke zêde ya dengderên wê li Stenbolê hene, ji bo vê hilbijartinê berbijêrê wê heye.

DEM Partî dibêje ew dê piştgiriya ti aliyekî neke.

Ev jî dibe ku di berjewendiya AK Partiyê de bandorê li encamên hilbijartinê bike.