Mîdîbusa karkeran qulibî: 15 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yuregirê ya parêzgeha Edenê ya mîdîbûsa veguhestina karkerên çandiniyê wergeriya û di encam de şofêr û 14 karker birîndar bûn.

Li navçeya Yuregirê mîdîbûsa veguhestina karkerên çandiniyê ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê û karker ji mîdîbûsê hatin derxistin.

Hat ragihandin ku şofêr û 14 karker birîndar bûne û Tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneyên bajêr.

Lê ti zanyariyên din nehatine belavkirin ka rewşa tenduristiya karkeran çawa ye.