Fahrettin Koca: Tenê 6 hezar û 108 birîndarên erdhejê li nexweşxaneyan mane

18-02-2023
RÛDAW
Nîşan Fahrettin Koca Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca derbarê rewşa dawî ya qurbaniyên erdhejê yên li nexweşxaneyan de got, piraniya wan hatine dermankirin û niha tenê 6 hezar û 108 kes li nexweşxaneyan mane.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an li parêzgeha Hatayê derbarê kar û xebata tendirûstiyê li herêma erdhejê de daxuyaniyek da.

Fahrettin Koca ragihand ku li 10 parêzgehên li herêma erdhejê 6 hezar û 108 kes li nexweşxaneyan mane û 13 hezar û 612 nexweş dermankirina wan bidawî bûye û derketine.

Koca diyar kir ku hejmara birîndarên hatibûn nexweşxaneyên parêzgehên li herêma erdhejê 21 hezar û 859 kes bûn lê ji wan 13 hezar û 612 nexweş baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine.

Koca li ser pirsa derbarê nexweşiyên vegir de jî got her tişt di kontrolê de ye û dibêje, “Ji bo nexweşiyên vegir çênebin  û belav nebin me hemû tedbîrên xwe wergirtine. Heta niha 5 hezar û 746 kes bi nexweşiya enfeksiyona rêviyan, 1883 kes bi nexweşiya werîna çerm, 103 kes bi tayê û 61 hezar û 880 kes jî bi şewbê ketine û dest bi dermankirina wan hatiye kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst