Davutoglu: Çi karê zarokên Binali Yildirim di rêveberiya Kizilayê de heye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu rêveberiya karesatê ya desthilatê rexne kir û got: “Çi karê zarokên Binali Yildirim di rêveberiya Kizilayê de heye û çima zavayê wezîr di rêveberiya giştî ya AFADê de heye?”

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu di bernameyeke televizyonê ya medya Tirkiyê de mijarên di rojevê de nirxandin û got: "Desthilata heyî bi nexweşiya Nepotizmê ketiye ku xizm û alîgirên xwe li her derê bicih dike."

Davutoglu rexne li rêveberiya karesatê ya desthilata AKPê digre û dibêje: "Me dît ku hêza midexaleya Tirkiyê bo karesatan lawaz bûye û li şûna êşa welatiyan parve bikin bi karwanên dirêj çûne qadê." Herwiha Davutoglu amaje bi wê yekê dide ku di sîstema hatiye avakirin de bê fermana Serokkomar AFAD nikare bikeve liv û tevgerê.

Davutoglu balê dikşîne ser rêveberiyên Kizilay û AFADê jî û dibêje: “Weqfa Belavkirina Zanist saziyeke me ya herî kevine. Çi karê kurê Erdogan di rêveberiya weqfê de heye? Çi karê zarokên Binali Yildirim di rêveberiya Kizilayê de heye? Ji ber kîjan karê Kizilayê li wê derê ye? Yek ji wan jî ne ji bo kar li wan deran e. Buka wî, kurê wî û hemû xizmên wî… Çima; Ji ber li wê derê kedxwarî heye, statu heye û bi pereyên millet berdewamkirina desthilata xwe heye.”

Davutoglu ji bo rakirina kavilan jî dibêje divê lez neyê kirin ku bi hezaran kes hê di bin kavilan de ne.

6ê Sibata 2023an erdheja Mereşê çêbû û bandor li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir ku di encam de nêzîka 40 hezar kesan canê xwe ji dest dan. Lê heta dawiya roja duyemîn a erdhejê ti midexaleya rizgarkirinê ji aliyê saziyên dewletê ve çênebû û ev yek jî bûye cihê rexneyê ku derencama karesatê zêdetir kiriye.