Beşeke zêde ya koçberan li Îzmîrê bûne xwedî kargeh

18-02-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li gorî amarên herî dawî li Îzmirê û navçeyên wê 147 hezar û 667 koçber  û penaberên Sûrî hene
Li gorî amarên herî dawî li Îzmirê û navçeyên wê 147 hezar û 667 koçber û penaberên Sûrî hene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî salên borî hejmara koçberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê yên ku diçin Tirkiyê kêm bûye. Lê hêj hejmareke yekcar zêde ya koçber û penaberan li Tirkiyê dijîn. Beşeke zêde ya wan koçberan jî êdî  bûne xwedî kar û kargeh. Li nav bazarên Îzmîrê her roj dikanên nû ji aliyê koçberên Sûrî û Rojavayê kurdistanê ve têne vekirin.

Deryaya Egeyê heta niha gelek bi mirina koçberan hatiye rojevê. Ji ber ku xewn û xeyalên  bi hezaran koçber di bin ava wê deryayê de bi dawî bûne. Li Îzmîrê beşek zêde ya koçberên ku nexwastine xwe li vê deryayê bidin êdî li peravên deryayê weke geştyar digerin.

Li bazara koçberan Husên yek ji wan koçberan e ku nexwastiye jiyan xwe bixe metirsiyê wî li vê bazarê dikanek vekiriye û dikana wî bûye deriyê debara bi dehan koçberên din.

Koçber Husên Mihemed dibêje: “Ez ji Suriyê hatim û ez li vir kar dikim. Spas ji bo xwedê ku êdî karekî min heye. Ez karê xwe dikim. Min nexwast ez herim Ewropayê ji ber ez misilman im û dixwazim li welatekî misilmanan bijîm.”

Îbrahim Ebdo jî eslê xwe ji Efrînê ye lê ew li Helebê ji dayikbûye wî jî destpêkê ji bo çûna Ewropa berê xwe daye Îzmîrê lê piştî demekê êdî wî çûna ewropayê daye aliyekî û  jiyaneke nû li Îzmirê ava kiriye.

Koçber Îbrahîm Ebdo jî got: “Destpêkê gelek zehmet bû. Lê hêdî hêdî em fêrî ziman bûn. Niha zarokên me diçin dibistanê û em kar dikin. Karê me baş e. Dema ku em nû hatin me çep û rast nedizanî, niha em ziman dizanin em diçin malên xwe em tevlî civakê jî dibin.”

Roj bi roj firoşkarên xelkê Sûriyê û Rojavyê Kurdistanê li nav bazaran zêdetir dibin û êdî ew fêrî Tirkî dibin û xwe weke beşek ji  xelkê Tirkiyê dibînin. Dikandar û firoşkarên  koçber ji aliyê firoşkarên din ve jî weke beşek ji bazarê hatine qebulkirin.

Firoşkar Serhat Dogu jî got: “Dema ku hatin halê wan xirab bû, perîşan bûn. Lê ji xwe re xebitîn. Fêrî herî tiştî bûn. Niha rewşa wan baş e û hindek ji wan bûne hemwelatiyê Tirkîyê.”

Penaber û koçberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir weke xwdiyên  kolanên  basmaneya tên dîtin lê niha cihê wan yê berê Afrîqiyan girtiye. Koçberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê bûne dikandar û firoşkar û koçberên Efriqî jî bûne mişteriyên wan.

Koçber Sofî Samadada jî wiha axivî: “Jiyana min gellek zehmet e. Kar tine û problem gellek zêde ne. Rast e em hatine Tirkiyê,  lê nasnameyên tine û tiştekî me tine.”

Li gorî amarên herî dawî li Îzmirê û navçeyên wê 147 hezar û 667 koçber  û penaberên Sûrî hene  hejmara koçberên penaberên ji welatên din jî bi fermî nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst