Abdullah Gul: Pirsa Kurd êdî bûye pirseke navdewletî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul dibêje, pirsa Kurd êdî bûye pirseke navdewletî û divê Tirkiye li gor vê yekê tevbigere, Gul herwiha rexne li sîstema serokatiyê digire û dibêje, divê Tirkiye vegere ser sîstema ‎parlamenteriyê.

Abdullah Gul di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Karar a Tirkiyê, amaje bi wê yekê da, ku pirsa Kurd bûye pirseke ‎navdewletî û diyar kir, ku ew yek di encama siyasetên şaş de çêbûye.

Serokomarê berê yê Tirkiy tekez kir, pirsa Kurd niha yek ji pirsên herî girîng ên Tirkiyê ye û destnîşan kir, ew naxwaze ti kesî yan aliyekê gunehbar bike, lê belê têkildarî vê meseleyê ew hemû berpirsyar in.

Bi gotina Gul, ji ber ku wan di nava xwe de, bi destpêşxeriya xwe û li gor standarên bilind ên mafên mirovan, pirsa Kurdî çareser nekir, êdî ew pirs ber bi rehendên herêmî û navdewletî ve çûye.

Serokomarê berê yê Tirkiyê got: “Li gor welatên din, Kurd herî zêde li Tirkiyê niştecih in. ‎Dema gotûbêj derbarê referandûma Barzanî “Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê” de dihat ‎kirin gelekî balkêş bû. Li CNN Turk li ser nexşeyê gotûbêj dihat kirin, li ser nexşeyê Kurdên har çar ‎welatan dihatin pêşandan. Piştre min temaşeyî CNN International kir, li ser heman nexşeyê gotûbêj ‎dihat kirin, li beşê Tirkiyê 15 milyon, Iraq 4 milyon, Sûriye 2 milyon û li Îranê 6 milyon Kurd hatibû nivîsîn. ‎Li ser nexşeya Tirkiyê ew hejmar nebûn, ev rastî ye, hewqas Kurd li Tirkiyê dijîn, lê heta çi astekî bi ‎yeksanî wek welatî danûstandin ligel tê kirin.”‎

Abdullah Gul herwiha dibêje: “Eger em vê pirsê di nav xwe de çareser bikin, welatê xwe û navçeyê jî ‎bihêztir dikin. Lê ji wê yekê ditirsim vê pirsê li welatê xwe çareser nekin, pirs tenê di nav welat de ‎namîne û rehendeke navdewletî li xwe digire.”‎

‎Yanzdehemîn Serokomarê Tirkiyê di berdewamiya axavtinên xwe de tekez dike, ku divê Tirkiye vegere sîstema parlamenteriyê û piştgiriya xwe ‎bo wê partiya nû ragihand ku biryar e Wezîrê Berê yê Aboriya Tirkiyê Alî Babacan, di hefteya yekem a ‎meha Adarê de rabighîne.‎