HDP: Biryara derbarê Encu û Baluken de tenê zexta siyasî ye

18-02-2017
RÛDAW
Nîşan İdrîs Balûken Ferhat Encu HDP
A+ A-

Amed (Rûdaw) – HDP ragihand ku, girtina Parlamenterê Şirnexê yê HDPê Ferhad Encu û biryara girtina Parlementerê HDPê yê Amedê Îdrîs Baluken ne hiqûqî ye û tenê guvaşeke siyasî ya desthilata Tirkiyê ye.

 

Duh piştî du rojan ji berdana Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu, dîsa hat girtin û biryara jinûve girtina Parlementerê HDPê yê Amedê Îdrîs Baluken hat derxistin. Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) derbarê van biryaran de daxuyaniyek da.

 

HDPê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtina Ferhad Encû û birayara jinûve girtina Îdrîs Baluken ji binî ve nehiqûqî ne û bi fişar û hîleyên desthilata siyasî hatine derxistin.

 

HDPê desnîşan kir ku Ev biryar bi naverokên wiha hatine derxsitin ku Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bin pê dikin.

 

Di daxuyaniya xwe de HDPê anî ziman ku dozgerên desthilata siyasî ya Tirkiyê, bêyî guh bidin peymanên navneteweyî û Destûra Bingehîn a Tirkiyê û tenê li gorî viyan û piştgiriya hikûmetê, biryarên ne qanûnî didin.

 

Wek tê zanîn li ser daxwaza serdozgeran duh parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhad Encu, ku beriya sê rojan hatibû berdan, hat girtin. Herwiya dadgehê derbarê parlementerê HDPê yê Amedê Îdrîs Blauken ku beriya deh rojan hatibû berdan, biyara girtinê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst