Rûdaw TV bû rojeva Parlamentoya Tirkiyê

18-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier derbarê êrişa polîsên Tirkiyê ya di weşana zindî de li tîma Rûdawê hatî kirin de, pêşniyaznameyek da Parlamentoya Tirkiyê.

Li Enqereyê di 15ê Sibatê de Xwendekarên Zanîngeha Enqereyî li ber avahiya zanîngeha xwe bi helkefta 17emîn salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan çalakiyek a protestoyê pêk anînibûn û peyamnerê Rûdawê yê çalakî dişopand di dema weşana zindî de rastî êrişa polîsên tirk hatibû.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier derbarê êrişa li hemberî tîma Rûdawê îro pêşniyaznameyek ji 6 pirsan pêk tê, bersivdana Wezîrê Karên Navxweyê yê Tirkiyê Efkan Ala, radestî Parlamentoya Tirkiyê kir.

Îmam Taşçier di pêşniyaznameya xwe de amaje kir ku di dîmenan de tê dîtin ku peyamnerê Rûdawê Şewket Herkî ji ber ku bi kurdî diaxive di weşana zindî de rastî êrişa hêzên ewlekariya Tirkiyê tê, lê tîmên televîzyonên din di heman cih û heman demê de rastî ti pirsgirêkan nayên.

Taşçier bo bersivdana Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala, ev pirs pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kirine:

1- Gelo we wek wezaret ferman daye hêzên ewlekariyê, êrişî televîzyonên kurdî bikin? Heger we ferman nedabe, ew helwesta tund a hêzên ewlekariyê li gor çi encam daye?

2- Ji heyama konsepta ewlakariyê hatiye bicihkirin heya îro çend rojnamevan û peyamnêr rastî êrişa hatine?

3- Heya niha derbarê çend hêzên ewlekariyê yên êrişî karmendên medyaya kirine de lêpirsîn hatiye destpêkirina? Heger lêpirsîn hatibin destpêkirin a niha ew lêpirsîn di kîjan astê de ne?

4- Tevî çend caran Birê Serokwezîr û Birêz Serokomar gotine endamên medyayê azad in û hebûna televîzyona TRT Kurdî ku zimanê wê kurdî ye, sedemên êrişa Rûdawê çi ne?

5- Sedema êrişa Peyamnêrê Rûdawê, ji ber ku kurdî diaxive ye?

6- Derbarê polîsê di 15.02.2016ê de êriş kirî de lêpirsînek hatiye destpêkirin?

Polîsên tirk li Enqereyê 15ê Sibatê di dema weşana zindî de ji ber ku peyamnêrê Rûdawê yê li Enqereyê Şevket Herkî kurdi diaxivî êrişî wî kiribûn û nehîştibûn tîma Rûdawê weşanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst