Davûtoglu: Pêvajo di qonaxeke metirsîdar de ye

18-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Tirkiye (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu ragihand ku, niha pêvajoya aştî û çareseriyê di qonaxeke metirsîdar de ye, pêwîst e her kes ji herdemê bêhtir hişyar be.


Davûtoglu di civîneke çapemeniyê de li Pakistanê wiha got: “PKK di adara 2013an de soza danîna çekan daye û mafê herkesekî li Tirkiyeyê heye ku li benda cîbicîkirina gavê be.”


Ahmet Davûtoglu dibêje, “Pêvajoya aştiyê cesaret û pêkanînê dixwaze, yanî her roj mirov behsa wê bike têrê nake, pêwîste êdî gav bêne avêtin.”


Serokwezîrê Tirkiyê anî ziman ku, “Dermanê her tiştî li Tirkiyeyê demokrasî ye û madem li vî welatî demokrasî heye wê demê ti wateya bikaranîna çekan tine ye.”


Ahmet Davûtoglu wiha domand: “Di berdewamkirina pêvajoya aştiyê de em ne dudil in û em rê nadin ku Tirkiyeyê bibe weke Iraq û Sûriyê.”


Weke tê zanîn hevserokatiya KCKê doh daxuyanî da û diyar kir ku heta dewleta Tirkiyeyê pêwîstiyên pêvajoya aştiyê pêk neyne ew li Tirkiyeyê çekan danaynin û hêzên xwe jî venakişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst