74 pîlotên leşkerî yên Tirkiyê dest ji kar vekişandin

18-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiyê 74 pîlotan leşkerî dest ji kar vekişandin.

Li gor medyaya Tirkiyê, ji ber qanûna girêdayî dirêjkirina dema karê pîlotan Li Tirkiyê ku di hefteya borî de Parlamentoya Tirkiyê pesend kir, 74 pîlotên Tirkiyê dest ji kar vekişandin.

Qanûna girêdayî dem û karên pîlotên Tirkiyê a ku parlamentoyê pesend kiriye radestî serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul bûye û dema ew jî pesend bike dê ew qanûn têkeve piratîkê.

Wek karvedanekê li hember wê qanûnê ku bê rehetî di nav pîlotan de çêkiriye, 74 pîlotan daxwaza dest ji kar vekişandinê radestî rêveberên hêzên asmanî di Artêşa Tirkiyê de kirin.

Di sala 2012 de ji ber ku dema karê fermî ji 15 salan daket 10 salan 110 pîlotab dest ji kar vekişandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst