Akşener: Em berê bûne şahidê kuştinên siyasî lê bi merdî bûn

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sînan Ateş Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Giştî yê ÎYÎ Partiyê li ser bûyera kuştina Sînan Ateş axivî û got, “Em berê bûne şahidê kuştinên siyasî lê bi merdî bûn.”

Seroka Giştî yê ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê diyar kir ku Sînan Ateş ji aliyê heşîşfiroşan (torbaci) ve hatiye kuştin.

Seroka Giştî yê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Sêwazê bi rêveber û endamên partiya xwe re civiya.

Akşenerê di axaftina xwe de diyar kir ku hevjîna Sînan Ateş, Ayşe Ateş hatiye serdana wê û got:

“Ez bi israr her tiştî dişopînim lê ji bo siyasetê nakim materyalek.

Lewra ji ber ku wê (Ayşe Ateş) bi xwe aniye ziman ez ji we re dibêjim. Ayşe jî wek zaroka min e.

Telefonî min kir û got, xûçê em dixwazin bi zarokan re werin serdana te. Min jî got malê û wê got her cih dibe.

Min got li partiyê dibe hem bila kêfa zarokan were, her kes ji wan hez dike, wir qelebalix e. Wê got çêdibe.”

Akşener diyar kir ku ew di wateya siyasetê de behs nake û got:

“Dest, ling û pozên keçika biçûk cemidî ne. Hûn dizanin ji ber çi? Ez dixwazim bi qêrîn bikim girî.

Dayikê digot, li pêş çavên min neçe dê wekî bavê te, te jî bikujin. Çawa hûn dizanin. Ji ber ku heşîşfiroşan ew kuşt.

Em demên berê bûn şahidê kuştinên siyasî lê bi merdî bûn.

Ji ber wê yekê, em netirsiyan lê kesên ku bavê wê zarokê kuştine heşîşfiroş in.

Ew dê sibe çi bikin, ew zarok nizane. Polîsên ewlehiyê ew zarok birin û hemû reqemên telefonê danê.

Heqê kesî nîne ku van tiştan bi vê zarokê bide jiyîn.

Ji bo axên vê zarokê li erdê nemînin, dengê xwe bidin me.”

Sînan Ateşê ku rêveberiya rêxistineke nijadperest a Tirkan kiribû 30ê Kanûna Paşîna 2022yan hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst