Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku CHP ji aliyê DEM Partiyê ve dîl hatiye girtin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê di civîna danasîna berbijêrên şaredariyan a partiya xwe de axivî.
Erdogana amaje bi civîna dawî ya CHPyê û DEM Partiyê û nêzîkbûna wan da û got:
“Çawa ku hêzên emperyalîst rêxistinên terorî bi rê ve dibin, CHP jî êdî di kontola partiya ku di jêr bandora rêxistina dabeşker de ye û ji aliyê DEM Partiyê ve dîl hatiye girtin.”
Dema Ozgur Ozel bû serokê CHPyê di kongreya partiya xwe de silav ji Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş re şandibû, Recep Tayyîp Erdogan behsa wê silavê kir û got:
“Dema Ozgur Efendî ji kursiya kongreyê silav ji terorîstan şand wê demê bizmarê herî dawî li tabûta partiya ku Mustafa Kemal ava kiriye da.
Bi raxistina ferşên sor ji bo dûvikên Qendîlê û rakirina wêneyên Ataturk û alayên Tirkiyeyê hevkariya xwe eşkere diyar kirin.”
“Em dê Ozgur Efendî rizgar bikin”
Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got:
“Em 31ê Adarê bajarên xwe bi gihandina şaredartiya rast ranawestin, di heman demê de em dê Ozgur Efendî jî ji bin vê tehekumê rizgar bikin û azad bikin.”
Erdogan bi bîr xist ku wan 7ê Kanûna Paşîna 2024an berbijêrên 26 şaredariyên bajarên mezin û bajaran eşkere kirine û got:
“Em îro jî berbijêrên xwe yên mayî yên şaredariyên bajarên mezin û bajaran eşkere dikin. Ez di xizmeta wan a ji bo bajarên me de serkeftinê ji wan re dixwazim.
Em ji bilî wan 7 bajarên ku em dê piştevaniya berbijêrên MHPyê bikin, hemû berbijêrên xwe radigihînin.
Ji roja şemiyê û pê ve em dê ji Stenbolê dest pê bikin û danasîna berbijêrên xwe yên navçeyan jî bikin. Em dê di demeke kurt de danasîna berbijêrên xwe temam bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse