Pervîn Buldan: HDP li ser zemîna diyalog û muzakereyê ye

18-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand, partiyan li ser zemîneke siyaseta demokratîk siyasetê dike û got: “Ez bang li navêndên derewan dikim ku ku hewil didin bi bêbextiyan partiya me îlegalîze bikin. Cihê ku HDP lê ye, zemîneya diyalog û muzakereyê ye.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro 18ê Çileya 2022ê di civîna partiya xwe ya di Parlamentoya Tirkiyê de  derbarê aboriya wî welatî û pêşhatên dawî yên siyasî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de axivî.

Pervîn Buldan amaje bi wê yekê da ku rewşa xirab a aborî ya Tirkiyê her ku diçe zêdetir bandorê li jiyana welatiyan dike û got: “Li kolan, sûk, market û kargehan welatî bi dengên bilind dibêjin em nikarin debara xwe bikin. Welatî li hember desthilatê gelek bi hêrsin û nerazîbûnan nîşan didin. Lê desthilat guh nade dengê wan.”

Pervîn Buldan diyar kir ku ew dê di hilbijartina yekem de desthilata AK Partiyê û MHPê ji desthilatê bişînin û got: “Wê demê dê ev welat bigehe aramiyê.”

Hevserok HDPê destnîşan kir ku partiya wan li ser zemînekê siyaseta demokratîk e siyasetê dimeşîne û tekez kir ku ew bi biryar in li ser wê zemînê siyaseta xwe bimeşînin.

Buldan dibêje: “Cihê ku HDP lê ye, zemîna siyaseta demokratîk e. Hûn nikarin HDPê bi çek, rûbribûn û tûndûtîjiyê binav bibin û di wêneyek wiha de bicih bikin. Ez ji vir cardin  bang li wan navêndên derewan dikim ku ku hewil didin bi bêbextiyan partiya me îlegalîze bikin: cihê ku HDP lê ye, zemîneya diyalog û muzakereyê ye. Zemînê çareseriya demokratîk û aşitiyê ye. Di çarçoveya wê soza ku me daye gelê xwe de, zemîna ku em li ser in,  di heman dem de zemîna  têkoşîna demoratîk e.  Ez dixwazin diyar bikim ku em bi biryar in di hemû şert û mercan de li ser vê zemînê bimeşin.”

HDP sêyemîn fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye, di hilbijartina herî dawî ya parlamenteriyê de ji sedî 11.7ê dengan bidexist û ji tevahiya 600 kursiyên parlamentoya Tirkiyê de  67 kursî bidesxistin. Lê di van demên dawî de bi hincetên cuda derbarê beşek ji parlamenterên wê de fezleke hatine amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendiya wan tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst