HDP îro li gel partiyên çep ên Tirkiyê dicive

18-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel partiyên çep ên Tirkiyê ji bo pêkanîna "Tifaqa Demokrasiyê" îro li Enqerê tê lidarxistin.

Civîn li ser banga HDPê tê sazkirin û HDPê 8 partiyên çegir ên Tirkiyê vexwendibûn civînê, lê Sol Parti anku Partiya Çep ragihandiye ku ew tevli civînê nabe.

Partiya Çep a Tirkiyê diyar kiriye, ew tevlî civîna ji bo pêkanîna Tifaqa Demokrasiyê ya ku HDP pêşengiya wê dike nabin, ji ber ku naveroka wê tifaqê û hûrgiliyê wê nayê zanîn.

Li ser twittera xwe, Partiya Çep sedema beşdarnebûna xwe wiha ragihandiye, “Di vê qonaxê de partiya me guncaw nabîne ku di derbarê hilbijartinan de bikeve nav gotûbêjeke tifaqê ku di vê qonaxê de ne diyar e. Em bi raya giştî re parve dikin ku em parçeyek nînin ji xebatên bi navê Tifaqa Demokrasiyê ya ku li ser banga HDP’ê dê pêk were û sînor û naveroka wê ne xuya ye.”

Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malên Gel (Halkevleri), Partiya Hereketa Kedê (EHP) û Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) bo civîna hevbeş hatine vexwendin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Pervin Buldan îro bi armanca pêkanîna hevpeymaniyeke nû ligel nûnerên wan partiyan dicivin.

Li gor agahiyan, di civînê de dê krîzên li Tirkiyê û avakirina hevpeymaniyeke sêyem ji bo rûbirûbûn û çareserkirina wan krîzan bên gotûbêjkirin.

Ti partiyên çep ên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bo civîna hevbeş a HDPê ya li gel partiyên çegir ên Tirkiyê nehatine vexwendin.

Eger hevpeymaniya partiyên çep ên Tirkiyê bi pêşengiya HDPê pêk bê, piştî Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet dê bibe sêyemîn hevpeymaniya siyasî li wî welatî daku beşdarî di hilbijartinên Hezîrana 2023ê de bike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst