Hatîp Dîcle: Serxwebûn kêrî kurdan nayê!

 

Amed (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle diyar kir ku serxwebûn kêrî kurdan nayê û divê kurd û tirk bi hev re bijîn. Dîcle her wiha got, me nekarî gelê xwe bi aştiyê xelat bikin.

Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle ji rojnameya Cumhuriyetê re li ser rewşa Bakurê Kurdistanê axivî û got, eger em nekarîn heta dawiya meha Nîsana îsal vî şerî bidin sekinandin metirsiya wê heye ku şer derbasî bajarên Tirkiyê jî bibe. Lê dema em kurd vê yekê dibêjin, wek tehdîd tê dîtin.

Hatîp Dîcle diyar kir ku qesta wan tehdîdkirina ti kesî nîne û tenê gazî û hawar dikin. Dîcle wiha axivî: Em gazî dikin ji bo me hemiyan, ji bo hemî mirovên ku li Tirkiyê djiîn. Çimkî metirsiyek li pêşiya me heye ku mirov dikare bêje ji aştiya cîhanê re jî xeteriyê çêdike.

Hevserokê KCDê anî ziman ku ew vê metirsiyê dibînin lewma diqîrin û wiha da xuyakirin:

Hinek siyasetmedarên kurd dibêjin, “di nav Kurdan de yên ku ji bo diyalog û muzakereyê vekirî ne, tenê em in”. Ev, gotineke vala nîne. Ez bi qasî ku ji Amedê hez dikim ji Stenbolê jî hez dikim. Ez her wiha bêriya sirûşta Ege û Akdenîzê jî dikim.

Hatîp Dîcle di bersiva vê yekê de ku “Di nav Amedê de hinek kes dibêjin Hatîp Dîcle em di navbera dewlet û xendeqan de hîştin…” got, gazindên wan di cih de ne. Me nekarî gelê xwe bi aştiyê xelat bikin. Divê em li xwe vegerin. Gel çi bêje em jê ders derdixin. Tên ji me re dibêjin “tiştekî bikin!” Ya ku herî zêde me dişîne jî ev e…

Li gorî wî siyasetmedarê kurd, ku gellek caran ji ber pirsgirêka kurd hatiye girtin û bi salan di zîndanê de maye, “serxwebûn bi kêrî kurdan nayê” eger kêrî kurdan hatiba çi ji destê wî hatiba dê bikira…