11 kes ji ber ku bi Ahmet Ozer re axivîne hatin girtin: Keremo jî di nav de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber axaftina bi Serokê Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer re 11 kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Di çaçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin, li parêzgehên Wan, Mêrsîn û Stenbolê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi ser gelek malan de girt, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 17 kes desteser kirin.
Dadgeha Çaglayanê doh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” her 17 kes şandin Dadgeriya Cezayê ya Sulhê.
Bi biryara dadgehê 11 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 6 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
Tê gotin, ew 11 kes ji ber ku bi telefonê bi Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer re axivîne hatine girtin.
Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer 31ê Çiriya Pêşîn hat girtin û li cihê wî qeyûm hat tayînkirin.
Di nav kesên girtî de Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê Reşat Aşan, Hevseroka HDPyê ya Mêrsînê Fatmagul Demîrtag, Alattîn Erdogan, Selman Gunbat, Faîk Kaplan, Hevserokê Lijneya Bajêr a Wanê Fîkret Dogan, Hevserokê berê yê Rêxistina DBPyê ya Wanê Harun Okay jî hene.
Her wiha nivîskar û derhêner Keremo jî di nav kesên ku hatine girtin de ye.