Erdheja Marmarayê Stenbol hejand

Hewlêr (Rûdaw) – Li Deryaya Marmarayê erd hejiya, Stenbol jî di nav de bajarên derdorê hejiyan.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku mezinahiya erdhejê 4,1 e.

Li gorî AFADê erdhej li Deryaya Marmarayê çêbûye lê bajarên li derdorê pê hesiyane.

AFADê destnîşan kir erdhejê saet 23:53yan rû daye û kûrahiya wê 11,1 kîlometre ye.