Çend koçberên Sûriyeyî bûne welatiyê Tirkiyeyê?

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Koçberên Sûriyeyî Tirkiye Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku 238 hezar û 55 Sûriyeyiyan mafê welatîbûna Tirkiyê wergirtiye.

Alî Yerlîkaya doh li Parlamentoya Tirkiyeyê di gotûbêjên budceya 2024an de axivî.

Yerlikaya di axavtina xwe de hejmara Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê û yên welatibûna Tirkiyeyê wergirtiye eşkere kir.

Yerlîkaya got, “Li Tirkiyeyê 4 milyon û 613 hezar û 984 koçber hene.

238 hezar û 55 Sûriyeyiyan ên di bin parastina demkî de mafê welatîbûna Tirkiyeyê wergirtiye.”

Li aliyê din Yerlîkaya diyar kir ku li Stenbolê ji bo tespîtkirina koçberên ne yasayî 38 otomobîlên gerok hatine erkdarkirin.

Herwiha Yerlîkaya da zanîn ku 47 hezar û 466 koçberên neyasayî ji bo navendên paş de vegerandinê hatine radestkirin.

Opozîsyona Tirkiyeyê derbarê hebûna welatiyên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê de rexneyên tund li desthilatê digire û daxwaza paş de vegerandina wan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst