PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Stenbolê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin

17-12-2022
RÛDAW
Pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê hat lidarxistin.
Pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê hat lidarxistin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û  TDK-TEVGERê li Stenbolê 17 Kanûnê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin.

Bi beşdariya rêvebir û endamên PAK, PSK, TDK-TEVGERê û hejmareke rewşenbîr û ssyasetmedarên Kurd PAK, PSK, TDK-TEVGERê îro  17 Kanûna 2022yan li Stenbolê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin.

Pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê da, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun di derbarê dîroka amadekirina Ala Kurdistanê û di doza dewletbûnê de girîngiya wê anî zimên.

Kasim Ergun, Ala Kurdistanê wek nirxeke esasî ya neteweyî, niştimanî ya hemû pêkhateyên Kurdistanê pênase kir.

Serokê Teşkîlata Stenbolê ya PSKê Mensûr Kara jî daxuyaniya hevbeş  a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya di derbarê Roja Ala Kurdistanê da xwend.

Beşdarên pîrozbahiyê jî di derbarê Roja Ala Kurdistanê de bîr û ray û hestên xwe anîn ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst