Parlamenterê HDPê mercên xwe yên ji bo piştgiriya Tifaqa Millet eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Hisyar Ozsoy bi nêzikbûna hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê şert û mercên xwe yên ji bo piştgirîkirina Tifaqa Millet eşkere kir.
Parlmenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Hişyar Ozsoy ji bo ku di hilbijartinên Serokkomariyê yên ku di Hezîrana 2023an de bên kirin de piştgiriyê bidin Tifaqa Millet şert û mecên xwe eşkere kirin û got "garantîkirina demokrasiya Tirkiyeyê, parastina azadî, wekhevî, mafên mirovan û çêkirina hawirdoreke guncaw ji bo gotûbêjkirina pirsa kurd."
11emîn Konferansa Salane ya Enstîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê li Washingtona paytexta Amerikayê roja Înê 16ê Kanûna 2022ê hat sazkirin. Di panelekê de nûnerên her du partiyên opozîsyona Tirkiyê HDP û CHPê derbarê polîtîkayên derve û navxwe yên Tirkiyê axifîn.
Bi taybetî li ser pirsa Kurd ku niha ji aliyê desthilatê ve weke tûne ye tê pênasekirin û Parlamenterê HDPê jî dibêje divê bi awayekî yasayî bê çareserkirin.
Hişyar Ozsoy ku di konferansê de beşdar bû got “Em dê piştgiriyê nedin tu berbijêrekî neteweperest. Ez wisa difikirim ku yên bi rewşa siyasî dizanin fêm dikin ku em behsa kê dikin.”
Özsoy diyar kir ku ew li bendê ne ku Tifaqa Millet projeyên xwe yên ji bo serdema piştî Erdogan eşkere bike da ku biryarê bidin ka ew dê piştgiriyê bidin Tifaqa Millet yan na.
Ozsoy diyar kir ku ew li şûna berbijêran li ser projeyan disekinin û got “Ji bo HDPê ya giring ne ew e ku opozîsyon dixwaze kijan berbijêrî bixe şûna Erdogan, lê projeyên wê yên ji bo demokratîkkirina Tirkiyê ne.”
Ozsoy ragihand "Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîzeke mezin a aborî heye ku çîna navîn biçûk dike."
Di axavtina Ozsoy de xalên giring ên ku derketin pêş wiha ne:
“Li gorî lêkolîna metropollê; Tifaqa Millet ya ku ji laîk, neteweperest, îslamîst û lîberalan pêk tê û HDPê li derve dihêle xwedê rêjeya ji sedê 40 a dengan e. Ev tifaqa ku ji 6 partiyan pêk tê dixwaze dawî li `dîktatoriya` Erdogan bîne lê di navbera du blokan de rikaberiyek nêz û dijwar heye.
Eger Tifaqa Millet, bikaribe HDPê ya ku ji 6 milyonî zêdetir deng werdigre ku ev jî bi giştî tê wateya ji sedî 12 dengan, bikşîne bloka xwe, wê terazî li aliyê opozîsyonê bizivire. Wê demê îhtimal heye ku AK Partî û MHP têk biçin.
Divê Tifaqa Millet pabendî pêşnûmaya ku me di Îlona 2021an de parvekir û wekheviya civakî û peymana Mafên Jinan a Stenbolê ku jo bo me HDPê giringe tê de hene, 11 madeyan pêk tê be.
Pir girîng e ku pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane were çareserkirin. Ji bo çareseriya aştiyane em nabêjin ku em bang dikin, em tenê peymanek aştiyane dixwazin ku li ser bingeha diyaloga aştiyane ya cidî be.
Her dema hikûmetên Tirkiyê nikarîne pirsa Kurd wek pirseke siyasî, destûrî û yasayî çareser bikin, bi bikaranîna zimanê `em xwîşk û birayê hev in`, ev gotinên han tên wê wateyê ku ew naxwazin vê pirsê çareser bikin. Ev ne pirseke malbatî ye, ne pirseke şexsî ye, lê bi yasa ve girêdayî ye, têkiliya wê bi welatîbûnê heye, lê bi wê yekê ve girêdayî ye ka gelo çi hikûmet û çi opozisyon amade ne yan dixwazin îtirafê bi mafên Kurd bikin.
Pêwendiya vê pirsê bi amadebûna hikûmet û opozîsyonê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd an jî îradeya wan a ji bo qebûlkirina mafên Kurdan ve heye.
Ji sala 2015an û vir ve 150 şaredarên HDPê ne tenê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, dei heman demê hatin girtin jî. Piraniya wan hêj di girtîgehê de ne. Şaredarî û rêveberiyên herêmî ji bo me girîng in.
Em ne li bendê ne ku Hevpeymaniya Netewî her tiştî ji bo me bike, lê atmosfereke siyasî çêbike ku em dest bi axaftinê li ser pirsgirêkên xwe bikin.”
Li aliyê din Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Ahmet Unal Çevikoz ku ew jî beşdarî konferansê bû diyar kir ku projeyên "demokratîkkirina Tirkiyeyê, ango ji nû ve demokratîkkirinê" ji niha ve diyar in.
Çevîkoz ragihand kir ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi awayekî vekirî diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd jî di parlamentoya Tirkiyê de ye û got “Kemal Kiliçdaroglu jî tiştekî gelekî balkêş got, dema got pirsa Kurd a vî welatî heye, pirsa Kurd jî divê li parlamentoyê danûstandin ligel bê kirin, herwiha got HDP aliyekî yasayî ye, wî ev tişt gotin. Loma bi nerîna min gelekî vekirî xuya ye ku xaleke hevbeş di navbera wê nerîna ya HDPê ya heyî bo demokrasîkirina welat piştî hilbijartinê û nerîna CHPê de heye.”