Rojnameyên Tirkiyê – 10 hezar leşker derbasî Cizîra Botan bûn!

17-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Du mijar li tevahiya rojeva çapemeniyê bi cî bûne. Êrîşa DAIŞê ya bi ser binkeya Başîkê li nêzîkî Mûsilê û daxuyaniya rêveberiya Tirkiyê ku dibêje "ev yek jî nîşan da ku Tirkiye çendîn mafdar bû ku hêza xwe li wir bi cî kir û di dema êrîşê de hêzên artêşa Iraqê jixwe ne xuya bûn. Mijara duyemîn ya sereke şer û operasiyonên li  şar û navçeyên Bakurê Kurdistenê ye. Deh hezar hêzên taybet yên leşkerî derbasî nav Cizîra Botan bûne. Herwiha li Silopya, Nisêbîn û Diyarbekir jî operasiyon berdewam in. Dawûdoglû; eger me ev operasyon pêk nehanîba dê şerrekî navxweyî despê bikira. Heta ku xendek nemînin dê bidome û jê şûnda jî hêzên leşkerî dê bi qereqolên asê û qewî li herêmê bi cî bibin.


CUMHURIYET


-Navê vê, rêveberiya awarte ye…
Li Silopya, Nisêbîn, Cizîr, Kerboran û Sûrê operasiyon û şer berdewam in. Hejmareke zêde leşker û polîs ji rojavayê Tirkiyê hatin veguhastin bo herêmê. Tanq û topên giran derbasî navçeyan bûne, ji ber qedexetiyê agahiyên sererast nayên wergirtin. Weke tê ragihandin ji kadroyên çiyê gellek milîtan li nav van navçeyan bi cî bûne.

HURRIYET


-Operasiyona li gel du genaralan…
Di operasiyona li dij PKKê de du tûgeneral serpereştiyê dikin. 10 hezar hêzên qumando ji Sêwaz, Îsparta û Bolo hatin veguhastin. Hêzên leşkerî ji hewa de xefikên bi teqemenî bombe kirin, 12 terorîst hatin kuştin, 2 leşker birîndar bûn. 10 hezar leşker derbasî nav Cizîrê bûn.


- Başîk dan ber mûşekan. Roketên ku DAIŞê bi ser Pêşmerge de şandin du jê li nav hêzên Tirk ket 4 leşker birîndar bûn, 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin. Dawûdoglû; ev jî nîşan dide ku me çiqasî biryareke bi keys daye ku hêzên xwe şandine Başîkê.


- Mosko; hedef Ferad e.  Wezîrê Bergiriya Rûsya, got ku heta hêzên rêjîmê bighijin ber Feradê dê operasiyon bidomin. Ev biryar nîşana wê yekê ye ku li rojavayê rûbarê Ferad ciyên di bin destê muxalifan de ye, derbasî bin kontrola rêjîma Esad bibe. Ew dever ji alî Tirkiyê ve weke "hêla sor" hatibû ragihandin.

MILLIYET


-Operasiyon dê bidomin nîvçe nemînin…
Dawûdoglû tund axivî; heta herêm bi tevahî pak bibe dê operasiyon bidomin. Hemû cûre hêzên leşkerî û ewlehî dê di nav operasiyonê de bin. Eger me bi lez mudaxele nekira, niyeta van ew bû ku bi awayekî berfireh şerrekî navxweyî bidin despêkirin. Piştî 7 Hezîranê, Demîrtaş û Yûksekdag li hember me rûniştî, banga serhildana çekdarî kirin. Min got wan hûn bi agir dileyîzin, berbayî neketin. Ew bi xwe jî bawer nedikirin ku em dê operasiyoneke hinde berfireh li dar xin. Piştî ku operasiyon bi dawî bûn emê li herêmê qereqolên asê ava bikin û li wir bimînin, dê hêzên leşkerî jê venekişin da ku careke din kes nikaribe xendekan bikole û barîkatan deyne. Zarokên ku ji perwerdeya xwe man emê li rojavayê Tirkiyê derfetê bidin wan ku bixwînin.

YENİ ŞAFAK


-Paqijiya bi tûmerî…
Operasiyon ji alî generalên pilebilind ve bi rêve diçin.


- Barzanî jî gilî û gazin kirin ji PKKê ku heta niha ti xêra wan negihîştiye gelê Kurd û ji bo nexweşî rû nede heta niha gellek tiştên ku kirine ji xelkê veşartine. 500 gundên ku ji ber destê wan xalî bûn, yek ji wan e.

ZAMAN


-Dema ev hemû xendek hatin kolan dewlet li kuderê bû?

Partiyên siyasî çaralî nerazîbûna xwe tînin zimên li ser şêwe û encamên van operasiyonên li dij terorê li rojhilatê Tirkiyê. CHP bang li PKKê kir ku nema xendekan bikole, û dewlet jî di nav çarçoveya hiqûqî de mucadele bike. HDP dibêje, lê ev pakkariya etnîkî ye. MHP; rêxistin di dema pêvajoya aştiyê de, keysa xwe baş anî û xwe li hemû deran bi cî kir. Dema çek bar dikirin û ev xendeq dikolan ma dewletê neditît, pê nedizanî?

STAR


-DAIŞê êrîşî Başîkê kir, leşkerên Tirk ew der parast. DAIŞê bi 130 topên hawan êrîş kir, ka çima artêşa Iraqê bersiv neda ew li kuderê bûn?


- Xeleka dawî. Di operasiyonan de PKKyiyên ku xwe di nav malê xelkê de veşartine hedef in. Ji bo zirar neghîje xelkê, leşker bi haydarî tevdigerin.

EVRENSEL


-"Werin bi hewara me ve"…

Ji Silopya nîvê şevê saet 02.34 peyamek hat ser telefona peyamnêrê me. Jinek bi navê Xenê di peyama xwe de" Ronî li kîjan malê pêketî be gulle berî didin, ji avê pê ve tiştek tine di destê me de, wê me teva bikujin… Dengê bi dinyayê bighînin ji bo Xwedê".


-Li Cizîr û Silopya qedexetiya derketinê naşibe ya ti demê..li ser palên dora navçeyê hemû tanq û top bi cî bûne. Li gor hedefan berdidin. Hêzên leşkerî derî û paceyan dişkênin û derbasî hundir dibin. Trafo teqandine kareba û av tune. Ne tenê xelk, leşker berbayî endamparlamanan jî nakevin û bi zorê dikevin nav malên HDPyiyan jî.

 

Rewş ji dema salên ku rêveberiya awarte hebû jî xerabtir e. Ne yasa ne qanûn tiştek kar nake. Cizîr û Silopya ji dûr ve weke aqarên dijminan xuya ne ku hatine dorpêçkirin. Ne tenê bajar, şêniyên lê dijîn jî rastî muameleya hêsîrên dijminane tên. Weke artêşên hêzên îşgalî ti heq û hiqûq nayê nasîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst