Li Stenbolê operasyona gendeliyê: Gellek karsaz û burokrat hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Stenbol û Enqere yên Tirkiyê, di çarçoveya xebata li dijî “gendelî û sûcên darayî” de operasyonek mezin li dijî karsaz, karmend û burokratan de hat lidarxistin û di encamê de heta niha 37 kes hatine binçavkirin ku di nav wan de kurên 3 wezîrên hikûmetê jî hene. Parlamenterê BDPê yê Şirnexê Hesîb Kaplan jî ev operasyon bi kirîz û nakokiyên navbera AKP û Cemaeta Gulen ve girêda.

Îro (17.12.2013) danê sibê, li bajarê Stenbolê tîmên navenda xebata li dijî gendelî û sûcên darayî dest bi operasyonên kirin û gellek karasaz, karmend û burokrat hatin binçavkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di nav kesên ku hatine binçavkirin de şaredarê AKPyî yê Fatîhê Mustafa Demîr, kurê wezîrê aboriyê Zafer Çaglayan, kurê wezîrê hundir Muammer Guler û kurê wezîrê şarewaniyê Erdogan Bayraktar, karsaz Alî Agaoglu û gellek kesên din hene.

Derheqê vê operasyonê de parlamenterê Şirnexê yê BDPê Hesîb Kaplan di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku ev operasyon ji nakokî û kirîza navbera AKP û Cemaeta Gulen çavkanî digire û wiha got: “Ev operasyon, destpêka lihevketina AKP û Cemaeta Gulen e û dê ev lihevketin hîn tundtir bibe.”

Kaplan her wiha anî ziman, di çarçoveya van operasyonan de hinek kes dê beriya hilbijartinan bixwazin “kesetan” eşkere bikin û got, dibe ku ev bûyer bibin sedema guhertina siyaseta hikûmetê her wiha hinek kes ji AKPê îstifa bikin û tevger yan jî partiyên nû bên avakirin.