Li Deryaya Egeyê 57 koçber hatin desteserkirin

17-11-2024
RÛDAW
Nîşan Deryaya Egeyê Koçber Girtin Bodrum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê li nav Deryaya Egeyê, di nav belemekê de 57 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Tirkiyeyê îro ragihand ku tîmên wan li sînorê navçeya Bodrumê li nav Deryaya Egeyê, di nav belemekê de 57 koçberên ku dixwest biçin Îtalyayê desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyê ji wan 30 zarok in.

Her wiha di operasyonê de 2 qaçaxçiyên koçberan jî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 57 koçber piştî karên yasayî bir Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Muglayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst