Erdogan: Divê em Tifaqa Cumhurê biparêzin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Divê em Tifaqa Cumhurê biparêzin.”

Recep Tayyîp Erdogan di civîna Lijneya Navendî ya AK Partiyê de li ser naveroka hevdîtina xwe û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî agahî dan.

Li gorî nûçeya rojnameya Tirkiyeyê, Erdogan amaje pê kiriye ku di navbera wî û Erdogan de ti nakokî nînin û ew bi temamî li hev dikin û gotiye:

“Ez û Devlet Beg ji saetekê zêdetir rûniştin. Di navbera me de lihevkirineke sergihayî (temam) heye.

Di nêrînên me de cudahî nînin.”

“Tirkiye di bin gefeke mezin de ye”

Erdogan diyar kir ku wî û Bahçelî gotiye “Welatê me di bin gefeke mezin de ye. Divê Tifaqa Cuhmurê were parastin û rêya xwe bişopîne.

Divê em derfetê nedin wan kesên ku dixwazin fitneyê bixin navbera me.”