Şewirmendê Erdogan: Li Tirkiyeyê tenê miletê Tirk heye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Destûra Bingehîn Tirkiye Mehmet Uçum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şewirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê “xetên xwe yên sor” rêz kirin û got, “Li Tirkiyeyê tenê miletê Tirk heye.”

 Mehmet Uçumê Şewirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê bi navê “Xetên me yên sor” parvekirinek kir.

Şewirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê, Mehmet Uçum di parvekirina “Xetên xwe yên sor” de destnîşan kirin û got:

“Li Tirkiyeyê gel nînin, gelê Tirkiyeyê heye.

Li Tirkiyeyê civak nînin, civaka Tirkiyeyê heye.

Li Tirkiyeyê milet nînin, miletê Tirk heye.

Li Tirkiyeyê alayên din nînin, alaya Tirkiyeyê ya bi heyv û stêrk heye.

Welatîbûna bi navên din nîne, welatîbûna Tirkiyeyê ya ku naveroka wê welatîbûna Komarê ye heye.

Li Tirkiyeyê wekî zimanê serdest û fermî tenê Tirkî heye.

Di nava sînorên me yên neteweyî de welatên cuda nînin, tenê Tirkiye (mîsak-i millî) heye.

Dewleta Komara Tirkiyeyê heye ku rêberê wê yê avaker Ataturk e.

Her îtiraz û metirsiya li ser van heyînan, pirsgirêka bekayê ye û meseleya ewlehiya neteweyî ye.

Hemû kesên ku van heyîn û destkeftiyên demokratîk qebûl bikin û xwedî îradeya parastina bekayê bin, divê ji bo destûreke nû ya ku layiqî Tirkiyeyê, li hev bicivin.

Ev erk berpirsyariyeke ji bo Komarê ye. Ev erk berpirsyariya parastina Demokrasiya Serwer e.

Ev berpirsyarî dikeve ser milê Eniya Navxwe. Di nava Eniya Navxwe de hemû hêzên welatparêz, neteweperest, neteweyî, milî, neteweperestê mihafezakar, rast û çep ên demokratîk hene. Armanca Eniya Navxwe, Tirkiyeya antî-emperyalîst, Tam Serbixwe û Bihêz e.

Tirkiye dê vê bi ser bixe.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijara çêkirina destûreke nû di rojeva partiyên siyasî de ye.

Nîqaşên çêkirina destûrê zêdetir li ser xalên destpêkê yên destûrê ne.

Piraniya aliyên siyasî tevî ku behsa pêwîstiya destûreke nû dikin jî baweriya wan ew e ku mijara destûrê bûye amûreke siyasî û ji ber wê jî lihevkirin gelekî zehmet e.

Çar xalên destpêka Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê:

1) Dewleta Tirkiyeyê komar e.

2) Komara Tirkiyeyê, ji bo aramiya civakê, di nav hevkariya neteweyî û dadmendiyê de rêzê li mafê mirovan digire, girêdayî neteweperestiya Ataturk e ku xwe spartiya prensîbên bingehîn, dewletek e hiqûqê ya demokratîk, ilmanî û civakî.

3) Dewleta Tirkiyeyê, bi welat û miletê xwe yekparçe ye û parçe nabe. Zimanê wê Tirkî ye. Alaya wê, alaya sor e ku stêrk û heyva spî li ser in. Sirûda wê ya neteweyî “Sirûda Îstîklalê” ye. Paytexta wê Enqere ye.

4) Xala yekem a destûrê ku tê de şewazê dewletê wekî Komar hatiye nivîsandin, xala duyem ku pênaseya çawaniya Komarê ye û xala sêyem nayên guhertin û guhertina wan nayê pêşniyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst