Di nava 10 bajarên herî kêfxweş de Şirnex û Sêrt jî hene

17-11-2023
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) Kêfxweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – TUIKê encama lêkolînên ku ji bo “Kêfxweşiya Ji Jiyanê” kirine parve kir.

Li gorî amaran, Şirnex û Sêrtê “di nava 10 bajarên herî kêfxweş ên Tirkiyeyê de” cih girt.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) encama lêkolînên xwe yên ku ji bo “Kêfxweşiya Ji Jiyanê” kirine parve kir.

Li gorî lêkolînên kêfxweşiyê yên ku ji bo kesên temenê wan ser 18 saliyê re hatiye kirin, rêjeya kesên kêfxweş, sala 2021ê ji sedî 49,3 bû û sala 2022yan jî ev hejmar bû ji sedî 49,7.

Li hemberî wê rêjeya kesên ku gotine em kêfnexweş in, sala 2021ê ji sedî 16,6 û sala 2022yan jî ji sedî 15,9 bû.

Rêjeya mêrên kêfxweş sala 2021ê ji sedî 43,9 û sala çûyî jî ji sedî 46,5 bû.

Rêjeya jinên kêfxweş jî sala 2021ê 54,6 û sala 2022yan jî ji sedî 52,7 bû.

TUIKê kêfxweşî li gorî temen jî lêkolîn kir.

Li gorî van lêkolînan, kesên temenê wan di ser 65an re sala 2021ê ji sedî 56,2 û sala 2022yan ji sedî 57,7 kêfxweş bûn û wekî temenê herî kêfxweş hat tomarkirin.

Kesên ku herî zêde ne dilşad jî ciwan in. Kesên temenê wan di navbera 18–24 de sala 2021ê ji sedî 44,5 û sala 2022yan ji sedî 46,8 kêfxweş in.

Derçûyên dibistana seretayî kêfxweştir in

Kêfxweşiya li gorî asta perwerdehiyê jî hate lêkolînkirin.

Li gorî lêkolînên sala 2022yan, asta kêfxweşiyê ya derçûyên dibistana seretayî ji sedî 52,7 e.

Bi rêzê asta kêfxweşiya kesên ku dibistanek neqedandine ji sedî 51,7, yên ku dibistana amadeyî qedandine ji sedî 48,3, kesên di asta bilind de perwerde dîtine ji sedî 48,2 û yên ku dibistana seretayî an jî ya amadeyî qedandine ji sedî 46,3 ye.

Şirnex û Sêrtê di rêza 9emîn û 10emîn de jî cih girt

Li gorî amarên TUIKê bajarê herî kêfxweş Sînop e.

Li gorî van amarên bi rêzê bajarên herî kêfxweş wiha ne:

-              Sînop

-              Afyon

-              Bayburt

-              Kirikkale

-              Kutahya

-              Çankiri

-              Duzce

-              Uşak

-              Sêrt

-              Şirnex

Amarên TUIKê yên Îlona 2022yan

Li gorî amarên TUIKê yên Îlona 2022yan, bajarê herî kêfxweş Sparta bû lê Sparta îsal di nava bajarên herî kêfxweş de cih negirt.

Li gorî van amaran bajarê herî nekêfxweş jî Amed e. Li gorî serjimêriya bajêr rêjeya kêfxweşiyê ji sedî 24,75 hat tomarkirin.

Dêrsim bi rêjeya ji sedî 24,2 bû bajarê duyemîn ê herî nekêfxweş û Riha jî bi rêjeya 21,04 re bû bajarê sêyemîn.

Li gorî wan amaran, Sparta bajarê herî kêfxweş, di rêza duyemîn de Bolu û di rêza sêyemîn de jî Bilecîk hatibû tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst