Li Stenbolê teqîn: Kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya bajarê Stenbolê di encama teqîneke ji ber gaza xwezayî ya di avahiyeke 5 qatî de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan di avahiyeke 5 qatî ya li taxa Ataturkê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê de teqînek çêbû.

Parêzgariya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew teqîn ji ber gaza xwezayî çêbûye û di teqînê de kesek miriye û 5 kes jî birîndar bûne ku birînên 2yan ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyê.

Parêzgariya Stenbolê herwiha ragihand ku wan li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.