Li Edîrneyê 327 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê, 327 koçber hatin desteserkirin.

Koçberên ku hatin desteserkirin dixwest biçin Ewropayê.

Li Tirkiyeyê demên dawiyê zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Edîrneyê jî li navenda bajêr û navçeyan kontrol û operasyonên li dijî koçberan zêde kirine.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Edîrneyê, di hefteyeke dawî de li navenda bajêr û navçeyan 327 koçber desteser kirin ku wan dixwest biçin Ewropayê.

327 koçber piştî karên yasayî şandin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edîrneyê.

Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçitiya koçberan” 8 welatiyên Tirkiyeyê jî hatin desteserkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê dest danî ser 7 otomobîlên ku ji bo qaçaxçitiya koçberan dihatin bikaranîn.