Li Îzmîrê êrişî dawetê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

17-11-2023
Nîşan Îzmîr Dawet Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Menemenê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, ciwanekî êrişî dawetekê kir.

Di êrişê de zarokekî canê xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li Taxa Kazimpaşayê ya navçeya Menemenê, welatiyê bi navê Metin S. yê 18 salî ji xwediyê dawetê xwest mûzîk bê rawestandin lê daxwaza wî nehat qebûlkirin.

Piştî nîqaşan Metin S. ji mala xwe çifte anî û êrişî cihê dawetê kir.

Di encama êrişê de 8 kesên li dawetê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê.

Aytekin Elkalmişê 16 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û tedawiya birîndarên din berdewam dike.

Li aliyê din, Metin S. ji aliyên polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst