Di doza Malbata Dedeogullari de biryar: 7 caran cezaya girtina heta hetayê li Mehmet Altun hat birîn

17-11-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Malbata Dedeogullari Konya
A+ A-

Konya (Rûdaw) - Rûniştina doza komkujiya ku li Konyayê li dijî malbata Dedeogullari pêk hat îro hat dîtin. Di dozê de tometbar Mehmet Altun 7 caran cezaya girtina heta hetayê ya giran xwar.

Di 12ê Gulana 2021an de li navçeya Meram a Konyayê malbata Dedeogullari rastî êrîşa nîjadperest a malbatên Keleş û Çalik hat.

Piştî êrîşê tevî ku malbatê polîs û rayedarên agahdar kirin ku ewlehiya wan di metirsiyê de ye lê tedbîr nehatin girtin.

Di 30ê Tîrmeha 2021an de ji malbata Dedeogullari 7 kes hatin qetilkirin; tometbar Mehmet Altun ji heman malbatê Yaşar Dedeogullari û hevsera wî Îpek (57), zarokên wan Serap (33), Serpîl (29), Sîbel (35), Metîn (42) û Bariş Dedeogullari (31) qetil kiribû.

Rûniştina doza ku tometbarê girtî Altun û 9 tometbarên din dihatin darizandin li 4emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê dest pê kir.

Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Nuray Ozdogan, Parlamenterên HDPê Murat Çepni û Kemal Pekoz, Hevberdevka HDKê Esengul Demîr, Parlamenterê berê yê Konyayê yê CHPê û parêzerê malbata Dedeogullari Atilla Kart Serokwekîlê berê yê Koma CHPê Levent Gok doz şopandin.

Di dozê de piştî daxwaza redkirina dadger heyeta dadgehê parêzer ji salonê derxistin.

Di rûniştinê de daxwaza redkirina dadger ji aliyê parêzerên malbata Dedeogullari nehat qebûlkirin.

Heyeta dadgehê piştre parêzer ji salonê derxistin.

Biryar hat ragihandin

Li tometbar Mehmet Altun 7 caran cezaya girtina heta hetayê û ji ber sûcên cuda 10 sal cezaya girtîgehê hat birîn. Li aliyê din tometbarên din ên dozê beraat kirin.

Kart: Kujer serdana Fermandariya Hêzên Bejayî kiriye

Parlamenterê berê yê CHPê û parêzer Atilla Kart got, “Ez bi nasnameya xwe ya qanûnî ya 45 salî diaxivim. Min ti carî dîmeneke wisa xirab nedîtiye û nejiyaye. Dadgeh di nava panîkê de dixwaze di demeke kurt de biryarekê bide! Îro çi derket holê? Derket holê ku kujer ji 20ê Gulanê heta 30ê Tîrmehê di nava 70 rojan de serdana Fermandariya Hêzên Bejayî kiriye û 4 demjimêran li wir maye.”

Atilla Kart anî ziman, “Her wiha derket holê ku ew çûye Avahiya Sereke ya Rêveberiya Giştî ya Emniyetê. Beriya komkujiyê, 4 demjimêran brîfîngek ji kompanyayeke ewlehiyê wergirtiye! Em dibînin ku panîka dadgehê ya îro ji ber van belgeyên fermî ye. Em dixwazin rastî derkevin holê. Em li ser tesbîtên ku nîşan didin komkujî bi profesyonelî hatiye kirin û rayedar jî di nav de cih digirin diaxivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst