Davutoglu: Di firokeya ku min di serokwezîrtiyê de bikardianî kokaîn hatiye girtin

17-11-2022
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ragihand bi firokeya ku wî di serdema serokwezîrtiya xwe de bikardianî madeyên hişber hatine veguhestin.

Ev demek e li Tirkiyê zêdebûna bazirganiya madeyên hişber û bikaranîna wê di rojevê de ye û di navbera opozîsyon û desthilata wî welatî de bûye sedema nîqaşan.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê berê  yê Tirkiyê bû îro 17ê Mijdara 2022an di civîneke çapemeniyê de derbarê mijarên di rojevê de û zêdebûna bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişber li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de axivî.

Davutoglu di civîna çapemeniyê de bernameya partiya xwe ya rûbirûbûna ligel maddeyên hişber eşkere kir û got, “Meseleya madeyên hişber û rûbirûbûna wê ji bo welatê me meseleyeke ewlehiya nîştimanî û berdewambûnê ye.”

Derbarê xemsariyên di rûbirûbûna ligel madeyên hişber de jî Ahmet Davutoglu rexne li desthilatê girtin û got, “Eger li navenda giştî ya partiya desthilatê jî bi navê “şekira pudrayê” maddeyên hişber bên bikaranîn, “wê demê ji serî de bêhn ji xwê tê”. Eger ligel gelek wezîran wêneyên baronên maddeyên hişber hebin, wê demê ev yek ji bêhnketina xwê jî derbas bûye.”

Serokê Partiya Pêşerojê diyar kir ku firokeeke Tirkiyê ku wî di serdema serokwezîrtiya xwe de bikardianî madeyên hişber hatine veguhestin û anî ziman, “Ez dixwazim bûyereke ku ez jê şerm dikim bibêjim. Rehmetî Ozal (Turgut Ozal) ji bo ku serokkomar bikar bînin firokeyek kirîbû. Ev firokeeke ku li ser wê ala sor heye û nûnertiya Tirkiyê dike. Min jî ev firoke bikaranî. Ev firoke bo kompanyayekê hatiye firotin û li Brezîlyayê tê de dest bi ser kokaînê de hatiye girtin. Eger ev firoke bi vî awayî dest bi ser de hatibe girtin û Wezîrê Navxwe li ser kursiya xwe dimîne û serokkomar jî dengê xwe bo vê yekê nake, ti kes bila behsa heysiyeta neteweyî neke.”

Ew firokeya ku Ahmet Davutoglu behsa wê dike 4ê Tebaxa 2021an li Brezîlyayê têde dest bi ser 1.3 ton Kokaînê de hatibû girtin.

Ev gotinên Serokê Partiya Pêşerojê di demekê de ne, Wezîrê Navwe yê Tirkiyê çend roj berê ragihandibû ku li Tirkiyê bi awayek navendî heftiyane derdora 5 hezar kesên ku maddeyên hişber berhemtînin û bazirganiya wan dikin tên desteserkirin.

Partiya Sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHP jî desthilatê bi wê yekê tohmetbar dike ku ew welat kiriye navendeke sereke ya bazirganiya maddeyên hişber.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst