Daxwaza rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP û CHPê tê kirin

17-11-2021
RÛDAW
Nîşan Rakirina Parêzbendiyan HDP CHP KCD DBP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tezkereya Serokatiya Komara Tirkiyê ya derbarê daxwaza rakirina parêzbendiya 3 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 2 parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) bo parlamentoyê hatin şandin.

Tezkereya Serokatiya Komara Tirkiyê ya derbarê daxwaza rakirina parêzbendiya Parlamenterê HDPê yê Edeneyê Kemal Pekoz, Parlamentera HDPê ya Mersînê Fatma Kurtulan, Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Pero Dundar û Serokê Koma CHPê yê Parlamentoyê Ozgur Ozel û Parlamenterê CHPê Aykut Erdogdu bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

Piştî nîqaşên li komîsyona parlamentoyê dê tezkere ji bo dengdanê bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bên şandin.

Herwiha di 12 Mijadara 2021an de ji bo rakirina parêzbendiya 16 parlamenterên HDPê û DBPê 19 fezleke bo Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê  hatin şandin.

Li gor agahiyên ku di medaya Tirkiyê de belavbûne ji bo rakirina parêzbendiya çend  parlamenteran 19  fezkleke bo serkayetiya parlamentoyê hatine şandin.

Ji van fezlekeyan 16 derbarê 14  parlamenterên HDPê, 2  derbarê Hevseroka  Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz û yek jî derbarê serokê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk de hatiye amade kirin.

Parlamenterên ku ji bo rakirina parêzbendiya wan derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka DBPê Saliha Aydeniz (2) Berdevka Encûmena Jinan a HDPê Ayşe Acar û Berdevka HDPê Ebru Gunay û parlamenterên HDPê; Mehmet Ruştu Tiryaki, Dersim Dag, Nuran İmir (2), Hasan Ozguneş (2), Kemal Bulbul, Murat Sarisaç, Dilan Dirayet Taşdemir, Huseyin Kaçmaz, Ayşe Surucu, Şevin Coşkun, Mahmut Togrul, Sait Dede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst