Ji CHP û ÎYÎ Partiyê banga hilbijartina pêşwext

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku Tifaqa Millet pêk tînin, derbarê aboriyê de rexne li desthilatê girtin û banga hilbijartina pêşwext kirin.

Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşener, li navenda ÎYÎ Partiyê civiyan û piştî civînê daxuyaniya hevbeş dan medyayê.

Kiliçdaroglu rexne li Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Banka Navendî girt û got: “Banka Navendî dest ji karê xwe berdaye, wek temaşevan li nirx ji dest dana lîreyê Tirkî û bilindbûna pereyên biyanî dinêre. Di vê rewşê de ye. Nikare midaxele bike. Rezervê (yedek) wê tine. Berpirsiyariyeke me heye û nikarin wek temaşevanên bêdeng bimînin. Em di vê mijarê de wek serokên giştî ku bi berpirsiyarî tevdigerin hatin ba hev. Lîreyê Tirkî dihele.”

Kilicdaroglu got: “Em dizanin hûn nikarin bi rêve bibin. Ya bibe rêveberê Banka Navendî û daxuyaniyê bide an jî dibêjî midaxele ne rast e, midaxele neke. Saziyeke mezin hat bêrûmetkirin. Ez bi awayekî vekirî û zelal bang li wî (Erdogan) dikim; Eger nikarî bi rêve bibî barekî zêde li ser pişta xelkê bar neke. Divê Tirkiye demildest biçe hilbijartinan.”

Meral Akşener jî got: “Hejarî gelekî zêde ye. Ez jî beşdarî banga birêz serokê giştî (Kilicdaroglu) dibim. Ji bilî hilbijartinan ti çareserî nîne.”