Erdogan axivî û bihayê lîreyê Tirkiyê zêdetir daket

17-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku ragihand ew dê rûbirûyê faîz û enflasyonê bibe, bihayê lîreyê Tirkiyê zêdetir daket û dolarek gehişte 10.55 lîreyan.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan îro 17ê Mijdara 2021ê di civîna grûba partiya xwe de li ser rewşa aborî ya wî welatî, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê axivî.

Recep Tayip Erdogan amaje bi wê yekê da ku ew dê rûbrûyî faîzê û enflasyonê bibe û bêyî ku ti navekê bide got ku ew ne ligel wan kesan e ku faîzê diparêzin.

Erdogan wiha axivî: "Ew hevalên me yên ku em di vê rêyê de bi hev re dimeşin û faîzê diparêzin bila li qisurê nenêrin. Ez di vê rêyê de ne ligel wan kesan im ku faîzê diparêzin û ez dê ne ligel wan bim. Divê em vê yekê bizanin, ev mijar ne mijareke ji rêzê ye. Niha li cîhanê binêrin. Li Amerîka, rojava û Îsraîlê binêrin. Tevî ku li van deran faîz di astên jêr de ye, çi bi hevalên me hatiye ku faîzê diparêzin. Hûn dibînin ku enflasyon li van deran di çi rewşê de ye. Baş e çi bi hevalên me hatiye? Hevalên birêz li qisurê nenêrin heta ez li ser vî erkî bim, heta dawî ez dê rûbirûyê faîz û enflasyonê bibim."

Ev gotinên Serokomarê Tirkiyê ên derbarê faîzê de di demekê de ne ku ji ber polîtîkaya daxistina faîzê ya hikûmetê roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar dikeve û rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe. Piştî vê daxuyaniya Erdogan, bihayê her dolarekî Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî gehişte derdora 10.55 lîreyan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst