Pompeo serdana Patrîkxaneya Rûm Ortodoks û Mizgefta Rustem Paşa kir

17-11-2020
RÛDAW
Pompeo di serdana Tirkiyê de, ewil çû Patrîkxaneya Rûm Ortodoks a li Stenbolê
Pompeo di serdana Tirkiyê de, ewil çû Patrîkxaneya Rûm Ortodoks a li Stenbolê
Nîşan Mike Pompeo Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di serdana xwe Tirkiyê de, li Stenbolê serdana Patrîkxaneya Rûm Ortodoks û Mizgefta Rustem Paşa kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, şeva borî bi firokeyeke taybet ji Fransayê gehişte Firokexaneya Navdewletî ya Stenbolê û îro li Stenbolê serdana dêr û mizgeftan kir.

Mike Pompeo di serdana Tirkiyê de, ligel hevjîna xwe Susan Pompeo pêşî çûn Patrîkxaneya Rûm Ortodoks a li Stenbolê û piştre jî serdana Mizgefta Rustem Paşa kirin.

Di dema serdana Pompeo komeke nijadperestên endamên Yekîneyên Ciwanên Tirkiyê  hatina Pompeo bo Patrîkaxaneyê protesto kirin.

Pompeo piştî serdana xwe li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku “Ez kêfxweş im ku hevdîtin ligel Patrik Barholomeos û serdana Patrîkxaneya Rûm a Aya Yorgî kiriye. Patrîkxaneya Ekumenik ciheke xwe y, girîng heye di vê heyama ku em li ser asta cîhanê berevaniyê li azadiyên olî dikin de.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bêyî ku hevdîtinê ligel berpirsên payebilind ên Tirkiyê bike ji wî welatî diçe Gurcistanê û ew jî bûye sedem ku Berpirsên Tirkiyê ji vê seredanê dilgiran bibin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi geşteke 10 rojî serdana welatên hevpeymanê Amerîkayê li Ewropa û Rojhilata Navîn dike bo bihêzkirina polîtîkayên îdareya Donald Trump di warê peywendiyên Amerîkayê de ligel wan welatan.

Piştî bidawîbûna serdana Fransayê, Pompeo şeva borî gehişte Tirkiyê û biryar e serdana Gurcistan, Îsraîl, Îmarat, Qeter û Erebistana Siûdiyê bike; serkirdeyên wan hemû welatan jî bi eşkere pîrozbahî li Joe Biden kirine bi helkefta serkeftina wî ya di hilbijartinan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst