Efkan Ala li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re axivî

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efkan Ala Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê ragihand, “Di rojeva me de hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîne.”

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala li ser gotegotên derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriyê de axivî.

Efkan Ala diyar kir ku li ser maseya wan pêvajoya çareseriyê nîne û anî ziman:

“Berê hebû bi dawî bû. Di rojeva me de hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî nîne.”

Ala da zanîn ku hevdîtineke bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di rojeva wan de nîne û da zanîn:

“Pirsgirêk jî cuda ye û çareseriyên werin dîtin jî cuda ne.

Berê çêbû, nema. Em ne mecbûr in her carê heman tiştî bikin.”

Li gorî medya Tirkiyeyê Ala her wiha anî ziman:

“Kanala Kurdî 24 demjimêran weşanê dike. Ev hatin derbaskirin.

Di hinek cihên diyar ên wan pêvajoyan de Rojhilata Navîn tarûmar bû.

Tirkiye, eger ew reform nekirana dê li beramberî projeyên ku dixwestin Tirkiyeyê wekî Îraq û Sûriyeyê bikin têk biçûya.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan.

Piştî vê yekê gotegotên “pêvajoyeke nû” dest pê kir û vê hefteyê jî rojeveke sereke ev mijar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst