Tezkereya Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat qebûlkirin

17-10-2023
Nîşan Tirkiye Tezkere Başûrê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tezkereya Başûr û Rojava Kurdistanê, Li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.

Li gorî vê tezkereyê, Tirkiye dikare 2 salên din jî leşkerên xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bihêle.

Tezkereya Serokkomariya Tirkiyeyê, hefteya borî ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hat şandin.

Ev tezekere rê dide ku artêşa Tirkiyeyê biçe nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Piştî gotûbêjên li komîsyonê, tezkere ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re hat şandin.

Di rûniştina îro de Partiya Gel a Komarî (CHP) û HEDEPê dengê “Na” da.

Li aliyê din, AK Partî, MHP, ÎYÎ Partî, Partiya Devayê û partiyên din dengê “Erê” da.

Di encama dengdanê de tezkere bi piraniya dengên Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.

Li gorî tezkereyê, dê leşkerên Tirkiyeyê bi hinceta “hebûna PKK, YPG û DAIŞê” 2 salên din Başûr û Rojavayê Kurdistanê bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst