Beştaş: Rewşa tendirustiya Aysel Tugluk xirabtir bûye

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan Aysel Tugluk Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş piştî ku li girtîgehê serdana siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk kir, ragihand rewşa wê ya tendirustî xirabtir bûye û got: “Tevî ku rewşa wê ya tendirustî tê zanîn  Aysel Tugluk çima di girtîgehê de ye? ”

Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDPê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemîr, Îro 17ê Cotmeha 2022ê li girtîgeha Kandira ya li bajarê Kocaelî yê Tirkiyê serdana Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk kirin ku di wê  girtîgehê de nexweşa Demansê ye û yek ji nexweşên giran e.

Meral Daniş Beştaş piştî serdanê derbarê rewşa tendirustî ya Tugluk de, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got: “Ji serdana me ya herî dawî û heta niha mixabin me dît ku rewşa Aysel Tugluk a tendirustî xirabtir bûye. Tevî ku rewşa wê ya tendirustî tê zanîn Aysel Tugluk çima di girtîgehê de ye? Ev pêdagirî ji ber çi ye? #DadmendîboAysel Tugluk.”

Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk, ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û nexweşa demansê ye. Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst