Çavuşoglu bersiva îdiaya Yunanîstanê ya derbarê 92 koçberên tazî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu bersiva îdiayên Yunanîstanê yên derbarê 92 koçberên tazî yên li ser sînor hatine dîtin da û got: “Ji bo ku nîşan bidin ew miamelaya xirab di nav avên deryayî yên Tirkiyê de hatiye kirin kordînat guherîne.”

Polîsên Sînorî yên Yunanistanê roja Şemiyê 15ê Cotmeha 2022ê ragihandibû ku wan 92 koçberên tazî li nêzîkê Çemê Evrosê, li xala sînorî ya navbera Yunanistan û Tirkiyê dîtine ku hemû mêr bûne. Yunanistanê piştre gotibû cilûbergên koçberan li aliyê Tirkiyê ve ji wan hatine sitendin û beşek ji wan jî birîndar in.

Ev îdiaya Yunanîstanê di nav berpirsên Tirkiyê de bû sedema karvedanan. Wezîrê Derver yê wî welatî  Mevlut Çavuşoglu îro 17ê Cotmeha 2022ê di civîneke çapemeniyê de bersiva îdiayên Yunanîstanê da.

Çavuşoglu amaje bi wê yekê da ku Yunanîstan di gelek rewşên ku ne mafdar de hewl daye xwe weke mafdar nîşan bide û got: “Kareneya Yunanîstanê û piştevanên wê ya derbarê koçberan de li holê ye. Hemû saziyên navdewletî miameleya derveyî mirovî ya Yunanîstanê li dijî koçberan xistiye jêr lêkolînê.”

Çavuşoglu wiha got: “Herî dawî Ji bo ku nîşan bidin  di nav avên deryayî yên Tirkiyê de çêbûye, derket holê ku kordînat çawa guherîne. Ev wiha difikirin, dibêjin em dê her tiştekê bikin û vê yekê bixin stûyê Tirkiyê yan jî welatên transit û herkes jî dê ji vê bawer bike. Lê rastî li hole ne û em dê li ser nîşandana rastiyan berdewam bin. Herwiha di heftiyek dawî de 4 koçber ji Egeyê mirî hatin derxistin. Ev hemû jî mixabin  weke ku di dîmenan de xuya dibe di encama şîş lêdana belemên wan ji aliyê Yunanîstanê ve çêdibin. Li aliyê din me dît  ku mirov çawa li ser sînor bi tazî ji serma dimirin. Herî dawî 19 koçber li ser sînorê Tirkiye û Yunanîstanê ji serma miribûn. Ew tazî miribûn, ji ber ku dema Yunanîstanê  vedigerîne , dest datîne li ser hemû tiştê wan daku careke din venegerin.”

Derbarê dîtina 92 koçberên tazî ji aliyê Polîsên Sînorî yên Yunanistanê ve jî wezîrê derve yê Tirkiyê dibêje: “Ji bo ku nîşan bidin ew miamelaya xirab di nav avên deryayî yên Tirkiyê de hatiye kirin kordînat guherîne.”

Herwiha li ser îdîayên Yunanistanê, Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: “Makîneya derewan a Yunanê dîsan li ser kar e. Berpirsên Yunanistanê berî her tiştî divê hesabê wan mirovên ku li Çemê Merîçê qerisîn û zarokên di Deryaya Egeyê de xeniqîne bidin.”

Hêza Sînor a Yekîtiya Ewropayê Frontexê jî ragihandibû ku ew 92 koçber hemû mêr in û ji Sûriyê û Afxanistanê ne.

Ev di demekê de ye Komîseriya Bilind a Koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku divê derbarê mijara koçberên tazî yên li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê de lêpirsîn bê destpêkirin.

Di salên 2015 û 2016an de, nêzîkî milyonek koçber ji ber têkçûna rewşa aborî û şer ji Iraq, Sûriye û Efxanistanê bi rêya sînorê Tirkiyê ber bi Yunanistanê û ji wir jî derbasî welatên din ên Ewropayê bûne.