Ji bo Leyla Guven 11 sal û 7 meh ceza hat dayîn

17-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Jinan a HDPê ragihand ku di doza Leyla Guven a bi hinceta "propagandeya rêxistinê" de dadgehê biryara 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê daye.

Rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven îro Duşemê 17ê Cotmeha 2022ê li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran hat kirin û Leyla Guven bi rêya Sîstema Deng û Reng beşdarî rûniştinê bû. Doz bo çar axaftinên cûda bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatibû vekirin.

Encûmena Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji bo Leyla Guven bi hinceta “propagandeya rêxistinê” 11 sal û 7 meh ceza hatiye dayîn û ev ceza wek “operasyona tolhildanê” bi nav kiriye.

Encûmena Jinan dibêje: “11 sal û 7 meh cezayê ku bo parlamentera me Leyla guven hatiye dayîn operasyona tolhildanê ye. Hunê nikaribin bi polîtîkayên zordariyê û çewisandinê rê li ber siyasetkirina me bigrin. Emê li ser têkoşîna xwe berdewam bin û gotina xwe li her derê bêjin. Em serê xwe natewînin. Têkoşîna Leyla têkoşîna me ye.”

Leyla Guven di sala 2018an de hat girtin û piştî ku di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê hat hilbijartin destpêka sala 2019an hatibû berdan. 4ê Hezîrana 2020an parlamenteriya wê hatibû betalkirin û Guven hatibû girtin.

Leyla Guven di 14ê Îlona 2018an de dema ku parlamenter bû serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû û gotibû; ji ber girtî tê darizandin rê li ber çalakiyên wê yên siyasî tê girtin û bi vî awayî mafê wê yê raderbirîn û azadiya kombûn û hilbijartinê hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûrê derbarê serlêdana Guven de biryar dabû, ku mafê wê yê "ewlekariya azadiya kesayetî" hatiye binpêkirin û divê dewlet 67 hezar û 500 lîre qerebû bide wê. Lê bi hinceta cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, dadgehê derbarê Guven de biryara azadkirinê nedabû.

Leyla Guven bi hinceta "endamtî û propagandeya rêxistinê" di 21ê Kanûna 2020an de bi 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Guven niha di Girtîgeha Xarpêtê de girtî ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst