Heger HDP bê girtin partiya nû amade ye: Partiya Çep a Kesk kongreya xwe li dar xist

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Partiya Çep a Kesk Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çep a Kesk a ku hat diyarkirin heger HDP bê girtin dê bikeve nava liv û tevgerê, 2. kongreya xwe ya asayî li dar xist. Îbrahîm Akin ê ku ji bo hevberdevkiyê hat hilbijartin got, “Weke Partiya Çep a Kesk, ji bo her îhtîmalekê, li dijî îhtîmala girtina HDPê em amade ne bi hev re têbikoşin.”

Hatibû diyarkirin ku di rewşeke ku di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara girtinê were dayîn dê Partiya Çep a Kesk bikeve nava liv û tevgerê û dest bi xebatê bike. Her wiha destnîşankirin ku beşeke endamên HDPê derbasî Partiya Çep a Kesk bûne.

Tevî ku nêzîkî 10 salan e di nava jiyana siyasî de ye Partiya Çep a Kesk heta niha beşdarî ti hilbijartinan nebûye, beriya hilbijartinan xebatên rêkxistinkirina temam kirine.

Partiya Çep a Kesk li 46 parêzgehan rêkxistina xwe temam kir.

Partiya Çep a Kesk duh Yekşemê li Enqereyê bi dirûşma "Em ê bi hev re bi ser bikevin" 2emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist.

Ji bo hevberdevkiyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin hatin hilbijartin

Di kongreya ku li Salona Odeya Endazyarên Avahiyan a (TMMOB) hat lidarxistin de nûnerên gelek partî û rêxistinên sivîl beşdar bûn û bal hat kişandin ser "di sedsala nû de welatekî demokratîk".

Di kongreya Partiya Çep a Kesk a ku 60 kes ji bo meclîsa partiyê hatin hilbijartin, Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ji bo hevberdevkiyê hatin hilbijartin.

Uçar di axaftina xwe de got, “Ez bi zanebûna ku bi hilbijartinan her tişt çareser nabe, rast dibînim ku li ser sedsala nû ya Tirkiyê nîqaş werin kirin. Rehê sereke yê hemû civakê daxwaza guhertinê ye. Lewma ji bilî Tifaqa Ked û Azadiyê, HDP û Partiya Çep a Kesk deriyên me ne.”

Li aliyê din Akin bal kişand ser îhtîmala girtina HDPê û got, “Berî her tiştî divê em ji vê desthilatê rizgar bibin. Ji ber vê yekê wê hilbijartin hem dîrokî û hem jî tijî derfet be. Em ê bi ser bikevin.”

Ji Sancar girîng dîtina rêya sêyem

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar di axaftina xwe de diyar kir ku Partiya Çep a Kesk a ku yek ji pêkhateyên HDPê ye mezin bûye û berfireh bûye û got, “Rêya me ya 3emîn heye. Rêya sêyemîn rêya aştiyê ye, rêya demokrasiyê ye. Rêya sêyemîn bijardeya rast e ku bi rêkxistina hemûyan hêza xwe ji rêveberiya vî welatî re bi awayekî herî bi bandor nîşan dide.”

Endamên Meclîsa Partiya Çep a Kesk:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst