Erdogan: Gefa Kiliçdaroglu tawan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku gotinên Kemal Kiliçdaroglu yên di derbarê burokratan de tawan (sûc) e û tê wateya banga wesayetê.

Recep Tayyîp Erdogan li ser gotinên Serokê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kiliçdaroglu yên di derbarê burokratan de got “Berî her tiştî, demek dirêj e ku Tirkiyê zihniyeta wesayetê û darbeyan binax kiriye.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya bo welatê Afrîkayê Angolayê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Li ser pirsa gotinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên di derbarê burokratan de Erdogan wiha bersiv da “Vexwendina burokrasiyê ya bi taybetî li dijî derketina hikûmeta hilbijartî, ji bangewaziya wesayetê pê ve tiştek din nîne. Me ji zû ve deftera pergala wesayetê ya ku CHP bi hesreta wê dikşîne girt. Rojên wesayetê yên ku Kemal Kiliçdaroglu hesreta wan dikşîne, li paş man. Hewesên wala ne. Ev gef Kiliçdaroglu ya li dijî wezîfedarên burokrasiyê, min xofa wê ya siyasî da aliyek, di heman demê de tawanekî eşkere ye. Niha jî dem dide. 'Ji Duşemê şûn ve, wey li halê fermanberên vî welatî.' Em dê bibînin. Em dê bibînin ka ew dê çi bike. Beriya her tiştî demek dirêj e ku Tirkiyê zihniyeta wesayetê û darbeyan binax kiriye.”

Kiliçdaroglu çi gotibû?

Serokê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di derbarê îdiayên neqanûnî yên demên dawî de li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li burokratan kiribû û ji burokratan xwestibû yên ku tiştekî neqanûnî dikin dev jê berdin.

Kilişdaroglu wiha bang li burokratan dike “Hûn fermanberên bi rûmet ên vî dewletî ne, ne yê malbata Erdogan in. Ji bo ku hûn werin ser hişê xwe yê têgihîştî, ev bangewaziya dawîn a kekê we apê we ya Kiliçdaroglu ye: Ji 18ê Cotmehê roja Duşemê ve, hûn dê ji hemû piştgiriya ku hûn ji daxwazên neqanûnî yên vê fermanê re dikin berpirsiyar bin. Bi gotina 'Min ferman wergirtiye' hûn nikarin xwe ji vî karê qirêj xelas bikin. Her tiştên neqanûnî yên bi we didin kirin, ji roja Duşemê ve rawestinin. Dest û lingên xwe ji van pergalên paralel ên neqanûnî vekişînin.”