Davutoglu behsa hebûna 'Pirsa Kurd a li ser sê astan' kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, derbarê pirsa Kurd dibêje, dema welatiyên wan ên Kurd ên li Tirkiyê bêjin `me wek welatiyên yeksan û bi rûmet pirsên xwe çareser kirin` wê demê pirsa Kurd dê biqede. Davutoglu dibêje, ew ji sê aliyan ve li Pirsa Kurd dinêrin.

Davutoglu, di çarçoveya xebatên partiya xwe de çend roj in serdana bajarên Bakurê Kurdistanê dike. Davutoglu, piştî Agirî, serdana Wanê kir û ligel rojnemavan û kesayatiyên navdar li ser “Pirsa Kurd” civînek saz kir. Davutoglu, di civînê de rêbazên çareseriya pirsa Kurd a partiya xwe ji beşdaran re eşkere kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, dibêje, “Em ji sê aliyan ve li pirsa Kurd dinêrin. Yekem, wek mijareke pirsa demokrasiyê ya Tirkiyê dinêrin, bi giştî demokratîkbûna Tirkiyê. Heta Tirkiye bi temamî nebe welatekî demokratîk ne pirsa Kurd, ne ya Elewî, ne ya mihafazakarên bi tirs ên mexdûrên 28 Sibatê û ne jî yê Ilmaniyan çareser nabe. Pêwîstiya Tirkiyê, bi pêvajoyeke berfireh a demokratîkbûnê heye. Pirsa Kurd, ji asta Rojhilat û Başûrê Rojhilat derketiye. Min li Amedê ji Amedê re got `Amed` û bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e`. Bahçeli ji ber nezantiya xwe heqaret li min kir. Li ser asta cîhanê herî zêde Kurd ne li Amedê, ne li Hewlêrê û ne jî li Wanê, li Stenbolê dijîn. Pirsa Kurd a li Iraqê ji Tirkiyê cudatir e. Li Bexdayê hejmareke kêm Kurd hene, li Besrayê hema bêje nînin, nifûsa Kurdan li herêmekê kom bûye. Lê li Tirkiyê li her derê Kurd hene. Wek mînak ji 39 navçeyên Stenbolê serokê 32an ên partiya me Kurd in.”

Davutoglu piştgiriya xwe bo bikaranîna zimanê Kurdî di perwerdehiyê de anî ziman û got, wan bi awayekî zelal di bernameya partiya xwe de mafê zimanê dayikê nivîsandiye.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, diyar dike, “Bikaranîna Kurdî di perwerde, fêrbûn û axaftinê de zimanê dayikê mafekî mirovî ye. Tiştekî Xwedê daye tu nikarî qebûl nekî. Em ê vê bi hev re biaxivin û çareser bikin. Yekem car Partiya Pêşerojê di bernameya xwe de bi awayekî zelal nivîsandiye. Piştî me nivîsand kesên din jî êdî bi ciret axivîn. Cara yekem me anî ziman û me di bernameya partiya xwe de nivîsand. Me bi awayekî zelal mafê bikar anîna zimanê dayikê di perwerdeyê de nivîsand.”

Davutoglu herwiha, destnîşan kir ku pêwîst e têkiliyên Tirkiyê bi Kurdên derveyî sînor re jî baş bin û behsa civîna xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya sala 2014an li Wanê kir.

Ahmet Davutoglu radigihîne, “Sêyem jî, Kurdên li derveyî sînorê me ku qedera me yek e. Bi taybetî li Iraq û Sûriyê, helbet ên li Îranê û welatên din jî. Min berê jî got çi qewimî be bila biqewime sînorên Iraq û Sûriyê ku ji aliyên Scia Picot ve hatine diyarkirin ne sînorên xwezayî ne. Pêwîst e têkiliyên me yên bi Kurd, Ereb û Turkmenên derveyî sînoran re bihêz bin. Divê em xwe li derveyî sînoran ferz nekin. Min û Neçirvan Barzanî li Wanê bi beşdariya waliyan civîn saz kir. Gotina `em ê birçî bihêlin, çiqas Kurd êşandin, em jî ewqas pê êşiyan.”

Li Tirkiyê di demên dawî de mijara `Pirsa Kurd` bûye rojeveke germ. Partiyên desthilat AKP û MHP dibêjin li Tirkiyê pirsa Kurd nîne û di serî de HDP, opozîsyon jî derbarê pirsa Kurd de rexneyan li desthilatê digrin û dibêjin desthilat li şûna dayîna mafên demokratîk konsepta şer ferz dike.